Kevana Zêrîn a herêma Firatê amadekariyên xwe ji bo şahiya 8’ê Adarê dike

  • 09:05 7 Adar 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Rêveberiya Kevana Zêrîn a herêma Firatê Mêrxana Îsmaîl 8’ê Adarê li jinên berxwedêr û têkoşer pîroz kir û got: "Wek Kevana Zêrîn em amadekariyên xwe dikin da ku em bi hemû beşên xwe yên hunerî tevlî şahiya pîrozkirina 8’ê Adarê bibin."
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê bi dirûşmeya "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" li herêma Firatê dest bi rêzeçalakiyên 8’ê Adarê kir. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de wê roja 8’ê Adarê li Kobanê şahiya pîrozkirinê bê lidarxistin. Endam û Rêveberên Kevana Zêrîn a herêma Firatê amadekariyên xwe yên ji bo şahiya 8’ê Adarê dikin. Di vê derbarê de ji Rêveberiya Kevana Zêrîn a herêma Firatê Mêrxana Îsmaîl ji ajansa me re axivî.
 
'Em ê bi hemû beşên xwe yên hunerî tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin'
 
Mêrxanayê di destpêka axaftina xwe de Roja 8'ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir û wiha pê de çû: "Bi saya şervanên YPJ’ê, berxwedana jinên têkoşer, jinên siyasetmedar  û jinên canê xwe fedayî vî welatî kirin wek Hevrîn, Zîlan, Sara, Bêrîtan, Avêsta û Arînan îro em gihaştin vê astê û bi awayekî azad Roja 8'ê Adarê pîroz dikin. Ji bo lidarxistina şahiya 8'ê Adarê amadekariyên me hene, komên me yên şano, govend û mûzîkê nêzî du meh in di nava liv û tevgerê de ne. Wek Kevana Zêrîn em ê bi hemû beşên xwe yên hunerî tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin û bi jinên herêma Firatê re Roja 8’ê Adarê pîroz bikin."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê roja 8’ê Adarê bi boneya pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li qada jina azad a Kobanê şahiyeke girseyî were lidarxistin. Wê jinên herêma Firatê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî şahiyê bibin. Komên şano, govend û stranan ên herêmê wê bi rengên xwe şahiyê bixemilînin.