ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 7 Adar 2020
  • Rojev
 
*Rêveberiya Kevana Zêrîn a herêma Firatê Mêrxana Îsmaîl 8’ê Adarê li jinên berxwedêr û têkoşer pîroz kir û got: "Wek Kevana Zêrîn em amadekariyên xwe dikin da ku em bi hemû beşên xwe yên hunerî tevlî şahiya pîrozkirina 8’ê Adarê bibin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat, derbarê pêşketina jina ereb a di nava civakê de, bandora wê ya li ser bi şoreşa jinê û rengê wê ya di nava 8’ê Adarê de nirxandin kir û got: "Şoreşa jinê ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bû, bû sedem ku jina ereb jî bibe xwedî nasname. Hêza jinan azadî û serkeftinê bi xwe re tîne." DÎMEN HEYE
 
*Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun wiha got: "Hewcedariya jinan bi şabûn, reqsê heye."
 
*Endama Piştevaniya Mor Gamze Ozkan der barê xebat û bernameyên wan yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, axivî. DÎMEN HEYE
 
*Hunermenda Mask Eylem Surek ku ji ber aboriyê xebata xwe ya bi navê ‘Parêzvanên Şahmeran’ temam nekir, piştî ku atolyeya tê de dixebitî ya li şaredariyê hat girtin şûnde betal ma. Lê Eylemê xebatên xwe berdewam kir. Eylem wiha dibêje: "Rûpûş di esasê de di navenda jiyana me hemûyan de ne. Ji welîdînê heta mirinê, em bi gelek rûyan tên rû hev. Rûpûş ji xwe di jiyana me de heye."
DÎMEN HEYE
 
*Bi banga Platforma Jinên Edeneyê jin wê di 8’ê Adarê roja yekşemê de saet di 14.00’an de ji Kurtuluşê ber bi Kolana Ziya Gokalp ve bimeşin û li dijî xizanî, bêewlebûn, şer, kuştinên jinan, tacîz, tecawiz û xespkirina mafan li qadê bên cem hev.
 
*Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku wê 8’ê Adarê bi coş û serhildana têkoşîna jinan derbas bibe û gotin: “Di vê 8’ê Adarê de wê hemû jin bi yek dengî serhildana xwe biqîrin.” DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinên Pêşdeçûyî Sevî Ozlem Gulmez di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bang li hemû jinan kir ku li Kadikoyê li dijî şer û polîtîkayên şer bên cem hev û wiha got: “Me ev şer neda destpêkirin.  Şer ne şerê me jinan e.  Fatureyên krîza ku rê li ber şer vekiriye, em ê nedin.” DÎMEN HEYE
 
*Besna Akdogan ya li Wanê di gelek çalakî û bernameyan de di eniya pêş de cih girt û di seranserê jiyana xwe de li dijî zextan têkoşîn meşand, bang li jinan kir ku 8’ê Adarê de li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
*Îrem Çopur diyar kir ku ew wek jinên Anarşîst ji bo nîşan bidin ku dest ji jiyana xwe bernadin, wê li qadên 8’ê Adarê bin. Îremê wiha got: "Zexta li ser beden, jiyana me pêk tê ancax bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dikare bê rakirin. Em banga piştevaniyê li hemû jinan dikin."
DÎMEN HEYE
 
* Xwişka Veysî Aktaş, Melîha Çetîn ku piştî ku birayê wê birine Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind ya Îmraliyê, diyar kir ku berê jî çûye gelek girtîgehan lê cara yekem pergaleke wisa ya girtîgehê dîtiye û wiha got: “Li Îmraliyê pergaleke pir cuda hatiye avakirin.”
DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek diyar kir ku ew banga têkoşîna hevpar li jinên cîhanê dikin û wiha got: “Em dibêjin ku; rêxistina me têxistina we ye. Em vê wek xeta têkoşîna 2020’an îlan dikin. Em ê jin bi dirûşma ‘em berxwedanê rêxistin dikin, dimeşin azadiyê’ li qadên 8’ê Adarê bin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Botanê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de axivîn û anîn ziman ku li dijî  destdirêjî, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, êrîşên li ser destkeftiyên jinan, tacîz, tecawizê li qadan bin. Jinan, bang li jinên Botanê kirin ku werin li qadan dengê xwe bilind bikin. BI DÎMEN