Nûçegîhanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin

  • 18:17 6 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Nûçegîhanê Rûdawê Rawîn Stêrk ê li Edîrneyê hat binçavkirin û birin Enqereyê hat girtin. 
 
Nûçegîhanê Rûdawê dema li Edîrneyê geşedanên derbarê penaberan de dişopand di 29’ê sibatê de hatibû binçavkirin û di  3’ê adarê de ew biribûn Enqereyê. Rawîn ê li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê dihat ragirtin îro birin Dadgeha Enqereyê.
 
Li dozgeriyê îfadeyên Rawîn hatin girtin û bi angaşta “Propaganda rêxistinê kiriye” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hat kirin. Rawîn ê li dadgeriyê îfadeyên wî sitendin bi heman angaştê hat girtin. 
 
Rawîn ê li dadgehê parastina xwe kir destnîşan kir ku wî xebatên rojnamegeriyê kiriye û parvekirinên wî jî di vê çarçoveyê de bûne. Rawîn piştî biryara girtinê şandin Girtîgeha Sîncanê. 
 
Parêzerên Rawîn ragihandin ku dema binçavkirina wî di çarçoveya lêpirsînek berê de hatiye dirêjkirin, lê belê dema îfadeyên wî hatine girtin parvekirinên wî yên li ser medya civakî jî jê hatine pirsîn. Parêzeran her wiha got nûçeyên Rawîn ên derbarê Idlibê de jî jê hatine pirsîn û van mijaran kirine sedema tewanbariyê. Hat destnîşankirin ku bi taybetî parvekirina nûçeya têkildarî hejmara leşkeran ji Rawîn hatiye pirsîn.