TAJÊ: Bi rihê 8'ê Adarê em ê jinên êzidî rizgar bikin

  • 17:13 6 Adar 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ  di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê de daxuyaniyek nivîskî li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê weşand û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.
 
Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TAJÊ di daxuyaniya da de wiha got: "Bi rihê 8 ‘ê Adarê em ê jinan êzîdî rizgar bikin, xweseriya Şengalê mîsoger bikin û 8 Adarê pîroz bikin."
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Di serî de em vê rojê  li Rêber Apo, li hemû jinên berxwedêr, jinên tekoşer û azadîxwaz, hemû jinên êzîdî, ên cîhanê û jinên çalak yên ku li pey azadiyê ne pîroz dikin. Her wiha jinên bakurê Kurdistanê yên tekoşer, yên li Rojava pêşengtiya şoreşê dikin, jinên başurê Kurdistanê ku di lêgerîna azadîyê de ne, jinên li rojhilatê Kurdistanê ku li hemberî Rejîma Îranê serî natewînîn û pêşengiya serhildanan dikin, jinên li Şengalê ku xwe rêxistin dikin û tola 74 fermanan hitînin pîroz dikin û wan silav dikin.
 
8'ê Adarê roja berxwedanê ye
 
 8’ ê Adarê roja berxwdan û lêgerîna maf e.  Di 8’ ê Adara sala 1857’ an de jinan li New yorkê çalakîyek li dar xistin. Jinan bi vê çalakiyê daxwaz kirin ku seata wan a kar dakeve 8 seatan û heqdesta wekhev ji wan re were dayîn. Mixabin serdestiya mêran li hember vê daxwazê kargeha jin lê dixebitîn şewistand û bi qasî 100 jin di encama vê şewitandinê de jiyana xwe ji dest dan. Di Serî de em wan jinan û hemû jinên ji bo lêgerîna azadiyê tekoşîn kirine û li ber xwe dane; ji Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz û herwiha jinên ku tekoşîna azadiya jinê heta vê roje anîne em wan bi bîr tînîn û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînîn.
 
'Jinan di hemû sereman de têkoşîn dane'
 
Bê guman tekoşîna azadiya jinê bi 8’ê Adarê re dest pê nekir. Jinan di hemû serdeman de bi sekna xwe ya azadîxwaz mohra xwe li dîrokê xistine. Di hemû serdeman de jin hebûn û li hember neheqî, serdestî, bêdadî û jiyanek ne wekhev serî rakirine.  Mêr dest avêt nirxên jinê û hewilda jinê bixîne û bike kole, lê jinan serî netewand û bi hezaran salan tekoşînek dijwar di navbera jin û mêrê deshilatdar de hat dayîn. Di van serdeman de jinên ku tekoşîna xwe rêxistin kirin û yekitiya  xwe ava kirin bûn hedefa deshilatdariya zilam. Hatin darvekirin, hatin îşkencekirin, destdirêjî li wan hate kirin û bi komî hatin qetilkirin. Pêşengên wekî Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg di qonaxa dawî de Sakîne Cansiz bi xeleka Hevrîn Xelef, bi hezaran jinên wekî van pêşeng di tekoşîna azadiya jinê û ji bo pêşxistina wê roleke mezin lîstîn û ji bo ev tekoşîn bigihije armanca xwe bi berxwedana xwe ya mezin ji bo hemû jinên cîhanê bûn mînak û îro tevahî jinên azadîxwaz van jinên şoreşger ji xwe re referans digrin.
 
Jinên êzidî tola 74 fermanan hiltînin
 
Li Şingalê jî pîştî fermana 74’an jinan xwe bi vîneke mezin rêxistin kirin û îro bi raman û felsefeya Rêber Apo, jiyanek hevpar ya azad ava dikin. Jinên Şengalê bi êrîşên Çeteyên DAÎŞ'ê ên li ser Şengalê re 3'yê Tebaxa 2014'an de, bi, qetlîam û fermaneke dijwar re rûbirû man. Weke  kole li bazar û sukan hatin firotin, dîl hatin girtin, gelek ji wan bi tekoşîna şervanên azadiyê hatin rizgarkirin lê gelek ji wan jî hîna aqubeta wan ne diyar e. Lê jinên êzîdî îro bi tekoşîna xwe ya bêhempa jinên ku hatin qetilkirin û hatin revandin,bi misogerkirina xweseriya Şenngal û bi perwerdekirina civakê her wiha bi pêşxistina vîna azad ya civakê tola 74 fermanan hiltînîn. Hêviya jiyanek azad û Şingalek xweser ji herdemê nêzîktîr e. Wê raman û fikrên Rêber Apo tekoşîna me bilindtir û xurttir bikin. Pêkanîna fikrên Rêber Apo û pêşxistina netewa demokratîk wê pergala Îmraliyê bişkîne û tecrîta li ser Rêber Apo têk bibe. Azdiya Rêber Apo azadiya hemû mirovahiyê ye, azadiya hemû civaka Êzîdxanê ye."