Çalakiyên 8'ê Adarê li Kobanê didomin

  • 17:08 6 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Bi boneya 8'ê Adarê Yekîtiya Jinên Ciwan yên herêma Firatê bi dirûşma"Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e", daxuyaniyek li daristana Kobanê da.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, îro Yekîtiya Jinên Ciwan li herêmê bi dirûşma"Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e", daxuyaniyekî li daristana Kobanê cihê ku Suad û zarokê xwe ji aliyê mêrê bi wê zewicî bû hat qetilkirin dan. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyê Suad û zarokê wê, alên Jinên Ciwan û pankarta bi nivîsa "Bi rihê 8'ê Adarê jinên ciwan serî hilde, şer bike û Rêbertî azad bike" hatibûn hildan, bi dehan jinên ciwan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Jinên Ciwan ya herêma Firatê Gulan Sason ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di serî de em 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li tevahî jinên cîhanê û li Rêber Apo pîroz dikin. Di roja 8'ê Adarê de hemû jinên cîhanê vê rojê wekî sembola azadiyê ji xwe re digirin dest, 8'ê Adarê îsal wê bi berxwedana siyasetmedar Hevrîn Xelef  were pîrozkirin. Jinan di hemû qadan de xwe bi rêxistin kirin, di nava 8 salên şoreşê de jinê li Rojavayê Kurdistanê bi bexwedana vîna xwe li eşqa şoreşgerî ji bo jiyana azad diyar kirin. Bi rihê Arîn Mîrkan, Barîn û Avesta di şoreşa Rojava de mîrasekî dîrokî bi dest xistin û ji bo tevahî jinan bûne pêşeng.
 Ji bo vê bangawaziyên me ji hemû jinên ciwan heye ku li hember vê hovîtî, desthiladarî û tundiya li ser jinê serî hildin. Ji bo em Rêberê xwe azad bikin, pêwîst e em di nava têkoşîneke  xurt de bin da ku em hevjiyana azad û demokratîk di nava civakê de biafirînin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî " û "Azadî ji bo Serok Apo" bi dawî bû.
 
Piştî daxuyanî axaftin li pêşiya navenda desteya ciwan û werzîşê hatin kirin. Endama Koordîsnasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û bi navê Jinên Ciwan ya Kobanê  Xunav Bekir axivîn û 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li tevahî jinan pîroz kirin û bangawaziya hemû jinan kirin ku Roja Jinê ya Cîhanê bi ruhê berxwedana Siyasetmedar Hevrîn Xelef pêşwazî bikin. Piştî axaftinan  tîma fotbolê ya bi navê Wehdê û Nadî Kobanê futbol lîstin."