Li Şirnex û navçeyên wê xebatên 8’ê Adarê bênavber didomin

  • 16:33 6 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX -TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Şirnex û navçeyên wê xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bênavber didomînin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de xebatên xwe bênavber didomînin. Jin li gund û kolanan şahiyan li dar dixin û belavokan belav dikin. TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê li navçeya Cizîrê Dîwana Dengbêjan li dar xistin. Dîwana Dengbêjan ku li salona konferansê ya navçeya Cizîrê pêk hat de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Aktîvîsta TJA’yê, rêvebiriya navçeyê û gelek jin tevlî bûn.   
 
Di serî de Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu axivî. Bêrîvan, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bang li jinan kir ku tevli mîtînga 8'ê Adarê ya Sîlopiyê bibin.
 
Piştre jinên dengbêj bi stranên xwe reng dan salonê. Piştî stranan jinan govend geran. Dîwana Dengbêjan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
 
Silopî
 
Jin li  Taxa Kizir û Bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiyê mal bi mal, kolan bi kolan geriyan û 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û ew vexwendin Mîtînga 8'ê Adarê.
 
Şirnex
 
TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li gundê Avgamasiya yê navenda Şirnexê şahiya jinan li dar xistin. Jin bi kincên xwe yên kudî reng dan şahiyê. TJA’yê li wir jî banga tevlîbûna mitîngê kir. Bi gerandina govendê û bi tililiyan şahî bi dawî bû.