Li Sêrt û Êlîhê xebatên jinan bênavber didomin

  • 16:25 6 Adar 2020
  • Rojane
SÊRT/ ÊLÎH - Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de jinan li Sêrt û Êlihê belavokên 8'ê Adarê belav kirin û jin vexwendin çalakiyan. 
 
Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re jinan li her deverên Tirkiyeyê lez dan xebatên xwe. Li Sêrtê bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkis Epozdemîr, endamên Meclîsa HDP'ê ya Jinan,aktivîstên TJA'yê li navendê li jinan qurnafîl belav kirin û ew vexwendin mitînga 8'ê Adarê. 
 
Her wiha li Êlîhê jî xebatên jinan bênavber didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navendê bi tevlîbûna hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz li jinan belavok belav kirin û ew vexwendin mîtînga 8'ê Adarê.