Di 8'ê Adarê de ji jinên girtî re destûra hevdîtinê hat dayîn
- 12:53 6 Adar 2020
- Rojane
ENQERE - Wezareta Dadê, yekemîn car bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî da. Hevdîtina vekirî ya jinên girtî û hikumxar wê roja Yekşemê pêk bê.
Wezareta Dadê yekemîn car bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo girtî û hikumxarên jin destûra hevdîtina vekirî da.
Girtî û hikumxarên jin, wê roja Yekşemê 8’ê Adarê, karibin hevdîtina vekirî bi dayik, bav, hevjîn, zarok, nevî, xwişk û bira, pîr û kalên xwe re bikin. Li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 9 hezar girtî û hikumxarên jin hene.