Li Amed û Rihayê parêzerên jin çalakiyên 8'ê Adarê li dar xistin

  • 12:42 6 Adar 2020
  • Rojane
 
 
AMED / RIHA - Baroyan Rihayê ya Navenda Mafê Jinan di derbarê 8’ê Adarê de daxuyaniya çapemeniyê da. Esra a ku daxuyanî xwend diyar kir ku ji bo hikumet komkujiyan rawestîne polîtikayan naafirîne û got:“Hikumet li şûna li hemberî komkujiyan bisekine û mafê wekheviyê biparêze, bi qayuman re êrişî deskeftiyên jinê kir. Hevserokên jin parlamenterên jin girtin ango komeleyên jinan girtin." Her wiha Parêzerên Navenda Baroya Mafên Jinan a Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê  komcivîn li dar xistin.
 
Baroya Rihayê ya Navenda Mafê Jinan di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî li ber avahiya Baroyê ya hate dayîn. Hejmarek zêde parêzerên jin û mêr beşdar bûn.  Li ser navê Baroyê Parêzer û Koordînatorê Navenda Mafê Jinan Esra Yurum Aktaş daxuyanî xwend. 
 
'Di nava salekê de 409 jin hatin qetilkirin'
 
Esra di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser wateya 8'ê Adarê û got ev roj sembola têkoşîna kedkarên jin ên beriya 163 salan di berxwedana wekheviyê de canê xwe feda kirine. Esra wiha berdewam kir: “Di Tirkiyeyê de ji ber sedema bê dadî û bê cezatiyê rêjeya tundiyê zêde bûye. Di nava salekê de 409 jin hatin qetilkirin. Di van rojên ku em roja jinan pîroz dikin de dadê dosyaya jina bi navê Nadîra Kadîrova bêy ku sedemê cînayetê net bikin û lêkolîn bikin nixumandin. Li gorî zagona giştî û peymana navneteweyî divê hikumet li hemberî komkujî, kuştin, newekheviya zayendî, tacîz û tecawizê bibin asteng. Ango pêwîst e hikumet li hemberî van yekan polîtîkaya biafirîne. Mixabnin hîna qanuna 6284’an a parastina malbat û jinê tê nîqaş kirin.”
 
'Qeyûm êrişa li hember deskeftiyê jinê ye'
 
Esra got bi qeyûm êrişek li hember deskeftiyên jinan hat kirin û wiha berdewam kir:  “Bi hatina qeyûm re karê yekem yê wan girtina komeleyên jinan bû. Girtina Parlementerên jin û hevserokên şaredariyan ên jin êrişek vekirî a li hember deskeftiyên jinan e. Cardin ev êrişên ku dixwazin vîna jinê desteser bikin berdewam dikin.”
 
Esra ji bo wekhevî pêk were û tundiya li ser jinê bi dawî bibe ev xal li dû hevdu rêz kir:
 
*Pêkanîna qanuna bi jimara 6284'an
 
*Pêkanîna peymana Stenbolê
 
*Pêkanîna lêgerînên bandorker
 
*Di dadê de hebûna giştîbûyinê
 
*Ji bo girtina tedbîran divê derendî çênebe
 
*Parastina kesên di bin tundî, tacîz û taqîbê de ne divê bên kirin
 
*Divê sûcdar bê cezakirin û ji daxistina halê baş fêdeyê negire
 
*Divê cinayetên jinan di çarçoveya efûyê de neyê nirxandin, divê wekheviya zayendî pêk were
 
*Divê nêrîna civakê ya li dijî jinê û feraseta desthilatdar a mêr bên guhertin
 
*Divê maf û azadiya jinê bên naskirin
 
*Divê daxwazên me yên mudahiliyê bên qebûlkirin
 
*Em dibêjin bila kevneşopiyên civakî ne li pêşiya zagonan bin
 
Esrayê herê dawî anî ziman ku ew ê li hemberî neheqiyên ku tên kirin bêdeng nemînin.
 
Li dijî tundiya li ser jinê parêzeran li Amedê komcivîn li dar xistin
 
Parêzerên Navenda Baroya Mafên Jinan a Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê  komcivîn li dar xistin.
 
Parêzerên Navenda Baroya Mafên Jinan a Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê  komcivîn li dar xistin. Di komcivînê de li ser xalên sererastkirinên hiqûqî û têkoşîna jinê ya li hemberî tundiyê nîqaş hatin kirin. Tevî parêzeran xwendekarên hiqûqê jî tevlî komcivînê bûn.
 
Di komcivînê de, Endama hîndekariyê Songul Atak,  bi mijara têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê, rolên yekitiya navneteweyî axivî. Endama hîndekariyê Filîz Yavuz Îpekyuz, ji bo pêşîgirtina şîdetê, hêz û piştevaniyê ya jinê û parêzer Hatîce Demîr jî li ser  mijara tundiya li ser jinê ya di nav malê de axivî. 
 
Komcivîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.