Tevî xetereyan jinên Til Temirê xebatên 8'ê Adarê didomînin

  • 12:04 6 Adar 2020
  • Rojane
 
HESEKÊ - Îro endam û rêveberên jin yên Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê bi boneya 8'ê Adarê, di bin firîna balafirên keşfê de navçe xemilandin.
 
Di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, îro endam û rêveberên jin yên Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê çarxereyên navçeyê wekî Ş.Qendîl, Biratiya Gelan, çarxereya Şaredariyê û sûk xemilandin.
 
'Ruxmî xeteriyan em ê 8'ê Adarê pîroz bikin' 
 
Têkildarê vê mijarê Rêvebera Ofîsa Jinê ya Şaredariyê Ronaz Emîn 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha dom kir: "8'ê Adarê rojeke bi nirx û wate ye, em jî wekî jinên navçeya Til Temirê ruxmî xeteriya li ser jiyana me û tevahî şêniyan, lê dîsa em navçeya xwe dixemilînin û bedewbûneke ku xemil û rengê jinan dide der didin wê."
 
'Bi rihê Hevrîn, Amara û Yadê Eqîde dagirkeriyê têk bibin'
 
Ronazê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ne top, balafir û ne jî tankên dewleta tirk a dagirker hêz û îradeya me dikare bişkîne û bikaribe zirarê bidê. Em ê bi rih û têkoşîna Hevrîn, Amara û yadê Eqîde 8'ê Adarê pîroz bikin û pilanên dagirkeriyê ya dewleta tirk têk bibin."