Li ser goristanên Rojava find hatin vêxistin

  • 11:41 6 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li seranserî Rojavayê Kurdistanê find li goristanên şehîdan hatin vêxistin.
 
Di çerçoveya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, li bajarê Qamişlo, Şehba û Dêrîkê find li goristanên şehîdan hatin vêxistin.
 
Li Qamişloyê find li goristanên têkoşeran hat vêxistin
 
Di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê find li ser goristana pakrewanan hat vêxistin. Di çalakiyê de hemû sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Di destpêkê de çalakiya meşek  girseyî li çerxereya şehîdan heta goristana Delîl Saroxan hat lidarxistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Jinên Ciwan, meşaleyên bi agir û pankartên bi nivîsa "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" hatibûn hildan. 
 
Piştî meşvan gihaştin Goristana Delîl Saroxan, bi deqeyek rêzgirtin daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan, Avrîn Efrîn ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
 "Ev meha ku em derbas dikin, meheke berxwedan û têkoşîna tevahî jinan e. Ev meh ji bo jina kurd mehek watedar û girîng e. 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê nêz dibe, ya ku azadiya jinê daye me Rêber Apo ye. Em ê xeta berxwedanê, bi rihê jinên berxwedêr Dilovan, Amara, Avesta û Barînan bigihînên serkeftinê. Pêwist e hemû jinên ciwan di nav çalakî û têkoşînê de bin. 
 
Li ser vê esasê em 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li tevahî jinan pîroz dikin û bang dikin ku hemû jinên ciwan dakevin qadan û xwedî li keda Rêber Apo derkevin û em soz didin heta dawiyê em ê bi Rêber Apo re bimeşin."
 
Çalakî bi vêxistina findan a li ser gora pakrewanan bi dawî bû.  
 
Li Şehbayê find li  goristana pakrewanan hat vêxistin
 
Di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehres ya Şehbayê li goristana berxwedana Serdemê find li goristana pakrewanan hat vêxistin û kulîlk hatin çandin. Goristan bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin. 
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xedîce Elo û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Zekiye Îsmail axivîn û 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û wiha gotin: "Em 8'ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin. Jina kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe jiyan tevahî xemilandin. Em ê her li ser şopa pakrewanên xwe bin û xeta berxwedanê mezin bikin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin."
 
Çalakî bi vêxistina findan û çandina kulîlkan bi dawî bû.
 
Ji bo 8'ê Adarê li goristana Şehîd Xebat find hatin vêxistin 
 
Di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, bi dirûşma "Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" Kongreya Star find li goristana şehîd Xebat Dêrîk a bajarê Dêrik ya girêdayî Kantona Qamişloyê, vêxist. Hemû sazî û dezgehên Kongreya Star û Partiya Sûriyeyaa Pêşeroj amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên Hevrîn Xelef, dayê Eqîde û Amara hatibûn hildan. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Şêrîn Yusif, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Perwîn Yusif û li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê Mûna Hemaş 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin: "Weke ku em hemû dizanin meha adarê meheke têkoşîn û berxwedanê  ye, ji bo wê em jî weke jin pêşengtiyê bikin da ku em bigihêjin azadiya xwe. Em bi rihê Hevrîn, dayê Eqîde û Amara 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin û em hêviya serkeftinê ji hemû gelan re dixwazin."
 
Çalakî bi vêxistina findan a li ser Gorên Şehîdan bi dawî bû. 
 
Li Hesekê jî li ser goristanan find hatin vêxistin
 
Li Hesekê bi sedan malbatên pakrewanên ku di berxwedana şoreşê de şehîd bûn, serdana goristanên wan hat kirin. 
 
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, mamosteyên zimanê kurdî û erebî goristana şehîdên Til Temirê paqij kirin û di saetên êvarî de bi sedan ji malbatên pakrewanên ku di berxwedana Rojava de gihaştine asta şehadetê, serdana goristanên pakrewanan kirin. 
 
Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê serdana goristanê Til Temirê jî kirin.
 
Civaka kurd xwedî çand û dîrokeke kevnar in, li ser gorê zarokên xwe yên şehîd şekir li kesên hazir belav dikin. Her roja pêncşemê jî xwarinên cuda çêdikin û li ser giyanê zarokên xwe li cîranên xwe belav dikin.
 
Piştî belavkirina şekir, malbatên pakrewanan find li ser goran vêxistin.