Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de jinan belgesela 'Siya Avê' temaşe kirin
- 09:51 6 Adar 2020
- Rojane
SÊRT - Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de bi pêşengiyaa TJA'yê belgesela 'Siya Avê' hat temaşekirin.
Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Sêrtê li eywana konferansa şaredariya Sêrtê belgesela 'Siya Avê' peşkêş kirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara HDP'ê ya Sêrtê Berîvan Helen İşik, Hevseroka HDP'ê ya Sertê Belkis Epozdemîr, Dayîkên Aşitiyê û gelek jin tevlî bernamayê bûn.
Di dawiya bernamayê de Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen İşik axivî. Bêrîvanê ji kesên ku di xebatê de keda wan derbas bû spasiyên xwe pêşkeş kirin û anî ziman ku her roj dibe dîrok û got ku kesên kû xweza û dîrokê qetil dikin wê roj were hesab bidin.