Peyama jinan: Divê jin jinê biparêze

  • 09:50 6 Adar 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Jinên Amedê der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de axivîn, banga têkoşîna yekbûyî li jinan kirin û gotin: “Mêrê jinê qetil dike ji ber kravatê bi kar tîne ceza nagire. Gelo divê jin jî kravatê bi kar bînin? Yên ku jinê biparêzin dîsa jin in. Dema bûyera şîdetê bibînin divê mudaxale bikin. Divê jin bibin yek.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi şîara ‘em berxwedanê rêxistin dikin, berbi azadiyê ve dimeşin’ dest bi xebatên 8’ê Adarê kir û starta xebatên 8’ê Adarê di 27’ê Sibatê de li Dêrsîmê hat dayîn. 
 
Jin derbarê 8'ê Adarê de ji ajansa me re axivîn wiha gotin:
 
Asuman Bîlge: Kuştinên jinan zêde bûne. Jin êdî bi fikar û tirs nêzî mêran dibin. Mirov ji bira, bav û hevjînên xwe sar dibin. Em bi pêşdaraz nêzî mêran dibin. Ji ber ku rewş aloz e. Ji ber bêcezabûnê welat hatiye vê rewşê. Heta pergala ceza tunebe kuştin wê zêde bibin. Em di 8’ê Adarê de wê li dijî kuştin, îşkence, tacîz û tecawizê li kolanan bin.
 
Selda Alan: Divê di 8’ê Adarê de nirx zêdetir ji bo jinan bê dayîn. Divê pêşî li şîdeta li ser jinan bê girtin. Divê wekheviya jin û mêr pêk bê. Li Tirkiyeyê nirxê nadin jinê. Mêrên dikevin girtîgehê çend sal şûnde tên berdan. Ji ber pergala ceza tune jin tên qetilkirin. Qanûnên jinan diparêzin divê hebin. Jina rastî tecawizê tê jî bi tecawizkar re dizewicînin. Ji bo mêrên tecawizkar û kujer efû tê derxistin. Lê ji bo jinan nayê derxistin. Mêr her tim tên parastin. Ji ber vê hewcedariya me bi berxwedana jinê heye. Em xwedî hêza ku dikarin her tiştî bikine.
 
Gulîstan Şahîn: Em ji kuştinên jinan û şîdetê re dibêjin na. Bila jin nemirin. Divê jin bi têkoşînê mafê xwe biparêze. Polîtîka bêcezabûnê kuştinan zêde dike. Mêrên kujer ceza nagirin. Ev jî cesaretê dide mêr.
 
Zelal Uluk: Bi kesên ku kulîlkan didin we bawer nekin. Divê jin hêza xwe bizanin. Di mehekê de 33 jin tê qetilkirin. Ev jî civakek bê vîzyon nîşan dide. Divê em di 8’ê Adarê de xwe rêxistin bikin û di nava yekîtiyê de bin. Bi rêxistin bin, hêza xwe bizanibin.
 
Zeynp Kiroglu: Ger jin û mêr wekhebûna wê pirsgirêk tunebûna. Jin gelek zor û zehmetiyan dikşînin. Dema jin tiştekî dike dibe pirsgirêk lê mêr dikin nabe. Nirxê nadin jinan. Jin li gorî berê baştir biyara xwe didin. Mêrên jinan qetil dikin, kravatê girê didin û ceza nagirin. Gelo divê jin jî kravatê girê bidin? Divê jin, jinê biparêze. Li cihekî şîdet hebe divê mudaxale bike. Divê jin bibin yek.
 
Kezban Gunay: Bila dawî li bindestî û kuştinên jinan bê. Bila mafê jinan bê nasîn. Divê dayik zarokên xwe yên kûr ji şîdetê dur perwerde bike. Bil adi 8’ê Adarê de jin nemirin, azad bin.
 
Zuleyha Denîz: Dema 8’ê Adarê tê gotin, şîdet û rontik tê hişê min. Divê her roj roja jinan be. Divê di rojekê de neyê sînorkirin. Divê mêr bên perwerdekirin. Ceza qels dimÎnin. Ev jî dibe sedema kuştin û şîdetê.
 
Melîsa Zaman: Beyî jinê tu wateya jiyanê tune. lê mixabin em di rewşeke wisa de ne, her roj jin rastîşîdet û tacîzê tên. Divê civak bê perwerdekirin.Divê em her yek perwerdê bigirin. Wisa be qe nebe wê hinek pêşî li van bûyeran bê girtin. Divê jin hewcedariyê bi kesî nebîne. Jin jiyan azadî.
 
Huriyet Gok: Divê jin û mêr wek hevin. Dema jinek tê qetilkirin, tenê yek nayê qetilkirin. Hemû jin tên qetilkirin. Jİ ber vê şîdet li me jî tê kirin. Em di alî ruhî de têk diçin. Em nêzî bi xof nêzî mêran dibin. Jin ditirse ku tenê derkeve derve. Divê mêr baş bên perwerdekirin. Em jin di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin.