Hediye Yûsif: Jin xwedî li mîrasa xwe derket û hemû qadên jiyanê veguherand 8'ê Adarê

  • 09:25 6 Adar 2020
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif, derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de nirxandin kir û ev tişt got: "Bi saya şoreşa jinê ya di Rojavayê Kurdistanê de, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  8'ê Adarê bi rengekî azad pîroz dikin. Jin xwedî li mîrasa xwe derket û hemû qadên jiyanê veguherand 8'ê Adarê ."
 
Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê  hemu pêkhate di çand û olên xwe de hatibûn sînordarkirin.  Gelek astengî dihatin jiyîn û li pêşiya hewildanên gel, rê dihat girtin. Li beramberî van astengiyan hêz û îradeya jinan derdiket  holê. Cejna 8’Adarê bi şahiyên biçûk  û veşartî derbas dibûn. Rejîma Sûriyeyê her çiqas hewil da ku sîstema yek ol, bawerî û çandê li ser pêhateyên di Sûriyeyê de ferz bike, ev zextên Rejîma Sûriyeyê li hember azadî û vîna jinan nikaribû bibe asteng. Bi derketina şoreşa jin, hemû ol û mezheban bi rengê xwe 8’ê Adarê pîroz dikin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif, derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê nirxandin kir. 
 
'Di 8’ê Adarê de Rejîma Sûriyeyê jin ji mafên wê mehrûm dikir'
 
Hediye di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: "Ez di destpêkê de 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li tevahî jinên kedkar, bi taybet yên Kurdistanê pîroz dikim. Beriya şoreşa Rojava, jin li Sûriyeyê nedikarîbûn, 8'ê Adarê bi rengekî rêxistinî pîroz bikin. Derveyî çalakiyên Yekîtiya Jinan çalakiyên ku dihatin lidarxistin lawaz diman. Di wê demê de di bin metirsiya Rejîmê de 8'ê Adarê dihat pîrozkirin û jin bi vîneke mezin tevlî pîrozbahiya cejna xwe dibûn."
 
'Piraniya jinan ji ber  pîrozkirina 8'ê Adarê dihatin binçavkirin' 
 
Hediye bal kişad ser astengiyên Rejima BAAS'ê yên derbarê pîrozbahiyên 8'ê Adarê de û wiha domand: "Bi pêşengiya jinên kurd ên ku hêza  xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digirtin, 8'ê Adarê bi çalakiyên cur bi cur dihat pîrozkirin. Çalakî û pîrozbahiyên ku ji bo 8'ê Adarê dihat lidarxistin, ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve dihatin astengkirin û  jinên ku pîroz jî dikirin ji aliyê Rêjîmê ve dihatin binçavkirin. Çalakiyên Yekîtiya Jinên Sûriyeyê yên ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê di çarçoveyek teng de diman û li qadên Rejîmê dihatin çêkirin, gelek caran jî mêr 8'ê Adarê bi rê ve dibirin û nedihiştin jin bi mafê xwe biaxive û pîrozbahiya xwe li dar bixe.  Piştî ku jina kurd fikir û felsefeya Rêber Apo ya di birdoziya azadiya jinê de nas kir, jin di rêxistinkirina civakê de bû xwediya rola sereke. Ji bo jinên Sûriyeyê Yekîtiya Jinê pir girîng e. Tevî hemû zordariyan, jinên Kurd li Sûriyeyê çalakî û pîrozbahiyên 8'ê Adarê bi girseyî  pîroz dikirin. Jinên kurd jinên ereb jî bi xwe re rêxistin dikirin û derdixistin çalakiyan."
 
'Binçavkirin û girtina me bandor li ser têkoşîna me nekir'
 
Hediye bal kişand ser zextên Rejîma BAAS'ê û girtina wan û wiha dewam kir: "Pergala Sûriyeyê bi rengekî hişk hatibû rûniştandin û nedihişt ku kesek bi îradeya  xwe ya azad, tev bigere. Rejîma BAAS'ê li dijî azadiya civakê bû û civak di nava siyaseta xwe de difetisand, taybet pergala tunekirina hebûna jinê didan meşandin. Jinên kurd jî li dijî vê hişmendiyê li hebûn, azadî, civak û parastinê çanda xwe, xwedî derdiket. Li Şamê di sala 2006'an me amadekariya 8'ê Adarê dikir. Di wê demê de di encama kemînekê de ez ketim destên Rejîma Sûriyeyê û hatim binçavkirin. Nêzî 6 saetan ez di lêpirsînê de mam û min li wir jî da xuyakirin ku em jin in. Em ê xwedî li mirasê xwe derkevin û bi parastina maf û azadiya xwe bijîn. Piştî binçavkirin û lêpirsînê ez hatim berdan û me çalakiyên xwe ji bo amadekariya 8'ê adarê dewam kir. Me bi israrek mezin 8'ê Adarê pîroz kir û jinên ereb jî tevlî şahiyê bûn. Paşê ji ber zextên Rejîmê me berê xwe da bajarê Efrînê û li wir me çalakiyên xwe bi rêxistin dikirin. Mixabin ez di 16'ê Nîsana 2006'an de carek din hatim girtin. Ji ber me çalakiya xwe di nava civakê de li dar dixist, em weke sûcdar hatin dîtin bi hênceta ku em welat parçe dikin. Nêzî du salan li zindana Sûriyeyê de mam. Paşê ez derketim û dîsa bi wê israrê me 8'ê Adarê pêşwazî dikir.
 
‘Bi saya Şoreşa Rojava jin xwedî li mîrasa xwe derket’
 
Hediye diyar kir ku di şoreşa Rojava de rengê jinê derket pêş û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jinên kurd piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bêtir xwedî li mîrasa jinê derketin û her têkoşîn dikirin. Jin di siyaseta dewletan de, di çarçoveyek teng de diman. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin gihaşt azadî û mafê xwe. Jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li sîstema rêxistinkirina jinê derketin û erkek sereke dan ser milê xwe. Di 2005'an de Yekîtiya Star hat damezrandin, di 2012'an de jî bi kongreyeke giştî ya bi navê Rêxistina Kongreya Star li Rojava jinan xwe bi rêxistin kirin."
 
'Sedsala 21'an sedsala azadiya jinê ye'
 
Hediye herî dawî pîrozbahiyên berî û piştî şoreşê nirxand û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pîrozbahiya 8'ê Adarê berî û piştî şoreşê gelek ferq û cudahiya wê heye. Tevgera Azadiya Jinê li Rojava ne tenê li ser jinên Sûriyeyê bandor kir, di heman demê de bandorek li ser tevahî jinên cîhanê kir. Bi taybet jinên YPJ'ê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolek wê ya sereke hebû û bû sembola tevahî jinên cîhanê. Ev sedsala 21'an sedsala azadiya jinê ye. Pêwist e hemû jin xwedî li azadiya xwe derkevin.  Îsal jî diyar bû ku jin li hember sistema deshilatdar serî hilda. Îsal jî wê 8'ê Adarê bi rengê jinê were pîrozkirin."