'Bi saya serhildanên gel hevdîtin pêk hat'

  • 09:10 6 Adar 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen derbarê şewata li Girava Îmraliyê û hevdîtina malbata Abdullah Ocalan a bi wî re de axivî û got: "Bi saya serhildanên gel ên li hember şewata Îmraliyê hevdîtin pêk hat. Em ê her di nava têkoşîn û berxwedanê de bin heta em Rêberê xwe azad bikin."
 
Şewata bi guman a ku di 27'ê Sibatê de li daristana Girava Îmraliyê hatibû pêxistin, li seranserî Kurdistanê û Ewropa hat şermezarkirin.  Gel serî hildan û bi rêya çalakiyên cur bi cur daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re anîn ziman. Çalakî û berxwedana gel encam girt û malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi wî re hevdîtin pêk anîn. Têkîldarî vê mijarê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen nirxandin kir.
 
'Dewleta tirk xwe li ser komkujî û tunekirina gelan ava kir'
 
Şêrînê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Gelê Kurd li hember dewleta tirk serî netewandine û wiha dewam kir: "Dewleta tirk ji dîrokê bigire heta roja îro, xwe li ser komkujî û tunekirina gelan ava kiriye. Gelê Kurd li hember dewleta tirk tu caran serî netewandiye û her dem di nava berxwedan û têkoşînê de ne. Di sibata  1925'an de serhildana Şêx Seîd dest pê kir û ji aliyê deshilatdaran ve komployek li ser şoreşê çêbû. Xwestin ev şoreş û gelek şoreşan bitepisînin. Heta roja îro jî dewleta tirk dixwaze gelê kurd qir bike, vîn û hêviya gelan bişkîne. Lê careke din bi fikir û felsefeya Rêber Apo gel xwe bi rêxistin kir û serî li hember sîstema dewleta tirk hilda."
  
'Fikir û ramanê Rêber Apo di dil û mejiyê me de cihên xwe girtine'
 
Şêrînê li ser komploya navneteweyî axivî û wiha domand: "Ji bo ku dewletên navneteweyî bikaribin destwerdanek li Rojhilata Navîn bikin û berjewendiyên xwe bi kar bînin, bi komployek navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo dîl girtin. Bi dîlgirtina Rêber Apo, xwestin fikrê wî jî dîl bigirin û nehêlin di nava civakê de belav bibe. Armanca dîlgirtina Rêber Apo ew bû ku şoreşa gelan vala derxînin, lê dewleta tirk û hevkarên wê negihêştin armancên xwe. Ji ber fikir û ramanê Serok di dil û mejiyê me de cihên xwe girtine."
 
'Şewata li Îmraliyê bi destên hemû dewletan pêk hat'
 
Şêrînê diyar kir ku rojane tecrîda li ser Rêber Apo giran dibe û wiha domand: "Dewleta tirk rojane tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike, ji bo ku vîn û îradeya gelan bişkîne. Lê çalakiya gireva birçîbûnê ya bi pêşengtiya jina kurd hat kirin, heya astekê tecrîd şikand û hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Şewata ku li Girava Îmraliyê jî pêk hat, bi destê hemû dewletên navnetewî û bi pêşengtiya dewleta tirk hat kirin."
 
'Bi serhildanên gel hevdîtin pêk hat'
 
Di dawiya axaftina xwe de Şêrînê bal kişand ser serhildanên gel ên li hember şewata Îmraliyê û wiha pê de çû: "Tevahî gelên azadîxwaz bi armanca şikandina tecrîda giran daketin qadan û armanca dewleta tirk vala derxistin. Ji ber ku armanca dewleta tirk ji şewitandinê ew bû ku vîna gel bişkîne. Bi saya serhildanên gel, malbata Rêber Apo bi wî re hevdîtin kir, lê divê di aliyê hiqûqî de parêzer jî hevdîtinê bikin û rewşa wî ji gel re ragihînin. Çalakî û berxwedana me wê her bidome heta azadiya Rêber Apo."