Meşa Şevê ya Femînîst bi ‘Hemû Mêr in, Tesaduf e?’ dest pê kir

  • 09:03 6 Adar 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - 18’emîn Meşa Şevê ya Femînîst bi dirûşmeya ‘Hemû Mêr in, Tesaduf e?’ wê pêk bê. Di 2003’an de meşê bi 30 jinî dest pê kir û yek ji organîzatora meşê Hulya Osmanagaoglu wiha got: “Em 50 bûn, bûn 100, 100 bûn 300, hezar û bi hezaran. Sala borî tevî qedexeyan 50 hezar jin li Kolana Îstîklalê hatin cem hev.”
 
Jinên Stenbolê ji bo 18’emîn Meşa Şevê ya Femînîst xwe amade dikin. Meşa Şevê ya Femînîst li Tirkiyeyê di her 8’ê Adarê de li dijî zayendperestî, newekhevî, heteroseksîzm, şîdeta mêr pêk tê. Meş cara ewil di 2003’an de li Qada Taksîmê dest pê kir û ber bi Kolana Mîs pêk hat. Di 2004’an de jin dîsa li heman cihî kom bûn. Bi pankartan meşiyan. Meş piştî vê her sal bi rêk û pêk, hat pêkanîn. Di 2019’an de polîsan Kolana Îstîklalê dorpêç kirin û xwestin pêşî li meşê bigirin. Jinan dest bi meşê kir û polîsan êrîş kir û gaz û guleyên plastîk reşandin.
Femînîsta Serbixwe Hulya Osmanagaoglu der barê Meşa Şevê ya Femînîst de axivî.
 
‘Tevgerên jinan di salên 1990’î de bûn yek’
 
Hulyayê got di navîna salên 90’î de femînîst, jinên sosyalîst, jinên tevgera karkeran, jinên Kurd, mîtîngên jinan rêxistin kirin û wê demê pêvajo zehmet be jî destûr dihatin girtin û mîtîng pêk dihatin. Hulyayê di berdewamiyê de got jinan gotina hevpar di roja 8’ê Adarê de dikirin û got: “Di 2003’an de AKP’ê hewl da tezkereya şer derbas bike.Wê demê me femînîtan li Qada Taksîmê li dijî vê çalakî pêk anî û kampanya ‘Hemû mêr in, ev tesaduf e?’ pêk anî. Femînîstan ji şer re digotin na. Ew pêvajo digihişt 8’ê Adarê û me yekem Meşa Şevê ya 8’ê Adarê pêk anîn û ji Rawestgeha Tramvay a Taksîmê heta kolana Mîs meş pêk hat. Hejmara me kêm bû. Lê me berteka xwe ya li dijî şer dianî ziman.”
 
‘Her jinek ji cihekî tevlî bû’
 
Hulyayê bi lêv kir ku dewlet û sermaye salekê bi ser jinan de hat û femînîstan ji bo rizgariya jinê hewce bi gotinê dîtin û wiha pê de çû: “Me der barê beden, zayend, ked, şer û mîlîtarîzmê de hewce bi gotina xwe dîtin. Der barê malbatê de jî gotina me ya em bêjin heye. Bi armanca gotina xwe ya siyasî me ev meş şevê rêxistin kirin û heta îro berdewam kir. Her jinek jî ji cihekî tevlî meşê dibûn. Em 50 bûn, em bûn 100, em 100 bûn, em bûn 300, hezar û bi hezaran. Sala borî polîsan mudaxaleyê meşê kirin. Tevî vê bi hezaran jin li wir bûn û belav nebûn. Ev meş êdî li cîhanê tê zanîn. Her sal di 8’ê Adarê de di çapemeniyê de cih digire. Em pêngav bi pêngav zêde bûn.”
 
‘Coşeke cuda ya Stenbolê heye’
 
Hulyayê daxuyakirin ku meş êdî ne tenê li Stenbolê bi salan e li Enqereyê jî tê kirin û li gelek bajaran tê kirin, lê li Stenbolê coş û hewayeke cuda heye. Hulyayê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê cihê ku herî xurt dengê jinê jê dertê Meşa Şevê ya Femînîst e. Ji ber vê jî femînîst û çalakiyên me hedef tên girtin. Meş her sal bi coştir pêk tê. Em her sal hinek din kelecanî dibin. Em bi coş û kelecaneke mezintir pêşwazî dikin.”
 
Îrem Gerkuş jî ku di komîteya 8’ê Adarê de cih digire got ji bo Meşa Şevê ya 8’ê Adarê belavok û pankart amade kirine û dirûşmeya îsal jî ‘Li dijî Patrîarka Têkoşîna Femînîst’ e û got: “Krîza aborî jî di rojeva me de ye. Blokên me yên wêneyan yên ji bo piştevaniya jinan hene. Dîsa der barê mafê kurtajê de blokên me hene. Bêguman em dîsa gotina aştiyê wê bilind bikin. Em hemû jinan di 8’ê Adarê de dipên ber Navenda Çanda Fransiz.”