Li Mêrsînê jin wê di meşê 8’ê Adarê de bên cem hev

  • 09:02 6 Adar 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
MERSÎN - Li Mersînê wealîtiyê destur neda mîtînga 8’ê Adarê ya wê li Qada Cumhuriyetê pêk bê û jinên bi pêşengiya Platforma Jinên Mersînê wê bên cem hev, li dijî hemû astengiyan sibê û 8’ê Adarê wê meşan pêk bînin. Endamên platformê li dijî qedexyan bang li jinan kirin ku dakevin qadan.
 
Platforma Jinan a Mersînê wê ji bo 8’ê Adarê li gelek nokteyan bi jinan re bê cem hev. Piştî bernameyên xweser sibê (7’ê Adarê şemiyê) saet di 14.00’an de Baregeha Masîvan a Kuleya Saetê ji bo cihê kombûnê hat diyarkirin û ji vir wê ber bi Stadyuma berê meş pêk bê. Di 8’ê Adarê de li Kolana Kuhîmato wê Meşa Şevê ya Femînîst pêk bê. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi platfromê re wê di bername û meşa fînalê de cihê xwe bigire.
 
Dixwazin jinan hepsê malê bikin’
 
Hevseroka HDP’ê Gulbahar Şofer diyar kir ku Platforma Jinan a Mersînê du meh berê plansaziya 8’ê Adarê kirine û biryara mîtîngê girtine û ji bo Qada Cumhuriyetê serlêdan kirine lê hatiye redkirin. Gulbaharê wiha got: “Tevî hemû astengiyan em ê di meşa sibê de dengê xwe bilind bikin.Hewl didin me hepsê malê bikin. Desthilatdariya mê rku jinê li her derê tune dike, dibe bav, hevjîn û bira. Li dijî vê têkoşîna jinan bilind dibe.”
 
‘Ji bo maf, ked û azadiyê wê dakevin qadan’
 
Gulbaharê daxuyakirin ku pergala serdest ya mêr bi tyabet li hember jinan û li hember hemû gelan êrîşeke îdeolojîk, aborî, ekolojîk, siyasî û çandî dimeşîne û wiha banga 8’ê Adarê kir: “Ji bo em ji zilmê re bêjin ‘êdî bes e’, ji bo em pirsa ‘Gulîstan Doku li ku ye?’ bipirsin û li dijî tacîz, tecawiz, krîza aborî, mafê penaberan bêjin êdî bes e, dakevin qadan.”
 
‘Divê em hêza xwe mezin bikin’
 
Bedriye Kuş ya TJA’yê jî da zanîn ku tu hêz nikare jinan ji têkoşîna wan bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê di vê 8’ê Adarê de jî li kolanan bin. Em ê kolanan terk nekin. Em ê bibin dengê hevalên xwe yên hatine qetilkirin. Em ê hesabê Gulîstan Doku bipirsin. Em wek jinên TJA’yê di 8’ê Adrê de bi Platforma Jinan a Mersînê re di 7’ê Adarê de meşê pêk bînin. Banga me li hemû jinan e ku bi awayekî xurt tevlî meşê bibin.”
 
‘Têkoşîn ji bo me esas e’
 
Aktîvîsta TJA’yê Ulfiye Ozcan jî destnîşan kir ku şîdeta li ser jinê zêde bûye lê têkoşîna jinê jî mezin dibe û got: “Ji bo rawestandina şîdetê riya herî bi bandor têkoşîn e. Divê em li dijî her cureyê şîdetê li kolanan bin. Têkoşîna hevpar û bênavber ji bo me esas e. Li dijî her cureyê mafê jinan êrîş heye. Bi hezaran jin rastî şîdetê tên, tên qetilkirin. Li Şengalê bi hezaran jin rastî tecawizê hatin û hatin qetilkirin. Divê em ji van polîtîkayan re bêjin bes e û berxwedanê mezin bikin. Em hemû jinan bi vê wesîleyê vexwendiyê qadan dikin.”
 
‘Em li tu derê ne di ewlehiyê de ne’
 
Ji Platforma Jinan a Mersînê Zeynep Kaya jî bi lêv kir ku şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe û polîtîkayên desthilatdariyê, daraz û çapemenî dibe hevkarê vê û got: “Polîtîkayên hewl didin civakek muhafazakar ava bikin, mîlîtarîzm û nîjadperestî dibin sedema globalbûna navbera gelan û zayendan û ev jî rê li ber mirina jin û zarokan vedike. Divê em jin li dijî vê dest ji maf û jiyana xwe bernedin. Em ê ji bo xwedî li mafên xwe derkevin û têbikoşin di 8’ê Adarê li qadan bin. Çalakî û grevên jinan yên sînorên welatan bezandine em li her derê bilind dikin. Em ê bi piştevaniyê li kolanan bin.”