ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 6 Adar 2020
  • Rojev
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif, derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de nirxandin kir û ev tişt got: "Bi saya şoreşa jinê ya di Rojavayê Kurdistanê de, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  8'ê Adarê bi rengekî azad pîroz dikin. Jin xwedî li mîrasa xwe derket û hemû qadên jiyanê veguherand 8'ê Adarê ." DÎMEN HEYE
 
* Jina bi navê Nihda Emîn Sîno ya bi dirûtina cilên kurdî xizmeta çanda xwe dike, anî ziman ew ji dil karê dirûtinê dike û wiha got: "Ez ji bo jinan cilên kurdî didirûm. Ji serê sibatê ve jinan ji bo cejna 8’ê Adarê cil anîne gel min û ez jî hewil didim cilên wan bigihînim. Her çendî gelek diwestim jî bi vê kêfxweş im ku jin çanda xwe diparêzin û bi cilên xwe yên herêmî diçin şahiyan." DÎMEN HEYE
 
*Sekretera SES'ê ya Rihayê Semra Ateş, diyar kir ku jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û xwedî li zimanê zikmakî û xwedî li mafê xwe derkevin. DÎMEN HEYE 
 
*Xemê Akdogan ku tu car dest ji têkoşîna li dijî şîdeta mêr û dewletê berneda wiha got: “Min wek şervanekê mil da têkoşîna Kurd.” Xemê di 8’ê Adar û Newrozan de qadan terk nake û wiha dibêje: “Em pîrozkirina van rojan wek peywir dibînin. 8’ê Adarê Roja têkoşîna jinan e.”
DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen derbarê şewata li Girava Îmraliyê û hevdîtina malbata Abdullah Ocalan a bi wî re de axivî û got: "Bi saya serhildanên gel ên li hember şewata Îmraliyê hevdîtin pêk hat. Em ê her di nava têkoşîn û berxwedanê de bin heta em Rêberê xwe azad bikin." DÎMEN HEYE 
 
* Rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Munevver Bulut diyar kir ku wê fînala 8’ê Adarê ya Mêrdînê li Qoserê bikin û got: “Em ê wê rojê bi coş û têkoşîna xwe li qadan bin. Ancax jin ji van geşedanan re bêjin bes e. Em hemû jinan vedixwînin şolenê.” DÎMEN HEYE 
 
*Li Mersînê wealîtiyê destur neda mîtînga 8’ê Adarê ya wê li Qada Cumhuriyetê pêk bê û jinên bi pêşengiya Platforma Jinên Mersînê wê bên cem hev, li dijî hemû astengiyan sibê û 8’ê Adarê wê meşan pêk bînin. Endamên platformê li dijî qedexyan bang li jinan kirin ku dakevin qadan. BI DÎMEN
 
* Li Mersînê wealîtiyê destur neda mîtînga 8’ê Adarê ya wê li Qada Cumhuriyetê pêk bê û jinên bi pêşengiya Platforma Jinên Mersînê wê bên cem hev, li dijî hemû astengiyan sibê û 8’ê Adarê wê meşan pêk bînin. Endamên platformê li dijî qedexyan bang li jinan kirin ku dakevin qadan. BI DÎMEN
 
*Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku penaberên bar kirine Deriyê Sînor yê Pazarkuleyê, binpêkirinên mafan yên cidî dijîn û got: “Me li sînor dramên cidî yên mirovahiyê dîtin. Der barê penaberan de hem Tirkiye hem jî dewletên Ewropayê divê berpirsyariyê bigirin ser xwe.” DÎMEN HEYE 
 
*Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Derya Yulcu û Sekretera Jinan a SES’ê Slema Atabay, diyar kirin ku wê di 8’ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman û gotin wê ji bo zêdetir mafên xwe li qadan bin. DÎMEN HEYE 
 
*Endama Komîteya Yekitiya Jinan a Neteweyî ya Fîlîstînê û di heman demê de Koordînatora Herêm Mena a Meşa Jinan a Cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Ruba Odeh, bang li hemû jinên cîhanê kir ku di 8’ê Adarê de bi jinên girtî yên Fîlîstînî re bikevin nava piştevaniyê.
 
*Jinên Piştevaniya Mor ku li Edeneyê jî xebatên xwe dimeşînin bang li hemû jinan kirin. Çîgdem Kayhan got sala 2019’an li hemû cîhanê bi berxwedana jinê derbas bûye û got: “Sala 2020’an jî wê bibe sala têkoşîna jinê. Divê em hemû li qadan bin.” DÎMEN HEYE 
 
*18’emîn Meşa Şevê ya Femînîst bi dirûşmeya ‘Hemû Mêr in, Tesaduf e?’ wê pêk bê. Di 2003’an de meşê bi 30 jinî dest pê kir û yek ji organîzatora meşê Hulya Osmanagaoglu wiha got: “Em 50 bûn, bûn 100, 100 bûn 300, hezar û bi hezaran. Sala borî tevî qedexeyan 50 hezar jin li Kolana Îstîklalê hatin cem hev.” BI DÎMEN 
 
*inên Amedê der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de axivîn, banga têkoşîna yekbûyî li jinan kirin û gotin: “Mêrê jinê qetil dike ji ber kravatê bi kar tîne ceza nagire. Gelo divê jin jî kravatê bi kar bînin? Yên ku jinê biparêzin dîsa jin in. Dema bûyera şîdetê bibînin divê mudaxale bikin. Divê jin bibin yek.” BI DÎMEN