Em ê bi rengê jinê 8'ê Adarê pîroz bikin
- 19:10 5 Adar 2020
- Rojane
ŞENGAL- Jinên Êzidî di pêşengiya TAJÊ de amadekariyên xwe yên 8'ê Adarê bi lez û bez berdewam dikin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê berdewam dikin. Îro jî bi minasebeta amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarokên Şengalê, Serdeşt, Digorê, Sûnnûnê, Xanesorê, Zorava, Herdan û her wuha li naveda Şengalê biboneye 8 Adarê afişên vedixwînin 8'ê Adarê hatin daliqandin û Şengal bi reng û wêneyen jinan hat xemilandin.
Çalakvana TAJÊ Fehîme Sileyman jî derbarê girîngiya 8'ê Adarê de axivî û got: “Di serîde ez 8’e Adarê li hemû jinên êzidî û hemû jinên cihanê pîroz dikim. Bi Taybet li hemû malbatên şehîdan, dayikên şehîdan pîroz dikim. Em dibêjin li kuderê jinek dayikek hebê bila bê û tevli şahiya 8’ê Adarê bibe. Her wuha em 8’ê Adarê li jinên Rojavayê Kurdistanê jî pîroz dikin."
Fehîme wiha dirêjî da axaftina xwe: " Em jinên êzîdî em ê bi cil û bergên xwe yen spî tevlê şahiya 8 Adarê bibin. Em 8'ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin û em bang li jinan dikin ku tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibin."
Nûrê Xwedêda jî biboneya amadekariyên 8'ê Adarê wuha axîfî: “ 8 Adarê ji bo hemû jinan rojeke gelek pîroz e. Em vê roja pîroz 8'ê Adarê li hemû jinên Êzîdî û hemû jinên cihanê pîroz dikin. Em dibejin hemû jin bila rabin werin tevlê şahi û kefxweşiya xeml û rengê jinan bibin.”