Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi rûniştina duyem dewam dike

  • 17:26 5 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi rûniştina duyem a li ser çareserî û pêşinyarên ji bo rewşa jinê a di nava qeyranê de, didome. 
 
Meclîsa Jinên Sûriyeyê li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê komcivînek li ser 'Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de' li dar dixin. Di nava komcivînê de jinên beşdarvan nêrînên xwe bi hev re parve dikin û di nava semînerên ku tên pêşkêşkirin de, şîroveyên xwe dikin.  Piştî ku rûniştina yekem li ser bandorên kirîza Sûriyê li ser jin di aliyê civakî, hiqûqî, derûnî û aborî bi dawî kir niha jî maseya duyem li ser çareserî û pêşniyarên mayinde ya ji bo rewşa jinê, tê pêşkêşkirin. Di lêkolînê de bandorên aloziya Sûriyeyê yên li ser jin, gavên ji bo rêgirtina li hember û parastina jinê, çawaniya parastina destkeftiyên jin û bihêzkirina wê ya di aliyên siyasî, leşkerî, civakî, dadmendî û yasayî, tên guftogokirin.
 
Rûniştina duyem ji aliyê Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Lîlewa Ebdullah, hat birêvebirin.
 
Semînervanên maseyê berdevka Kongreya Star a Rojava Evin Siwêd, Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê Mûna Ebd-El Selam, Mafnas û Dadger di Meclîsa Dadmendiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şîrîn Ibrahîm bûn.
 
Kesên ku semîner şîrove kirin ev yek gotin: "Di nava van pevçûnan de her kes bi rengê demokrasiyê xwe dide pêş û pênase dike. Di nava vê qeyranê de tu encamên siyasî yên cidî çênebûn. Jin qurbaniya vî şerî bû, berî niha tu rêxistin û hêza wê ya leşkerî tune bû. Ya herî zêde rastî komkojiyê hat jin bû.  Heya niha jî gelek jin bi sedema terora DAIŞ'ê windane û tu agahî derbarê wan de tune ye, tişta ku li Şengalê pêk hat mînaka vê tundiyê bû.  Rêxistin û yekbûna jinan pêwîst e. Jina kurd di Rojava de bi destpêkirina aloziyê re refên xwe rêxistin kir û yekîtiya xwe ava kir.  Bi armanca parastina rewa, hêza xwe ya leşkerî ava kir û li hember terorê û dijminên jinan şer kir. Ev mafê parastina hebûnê ye û divê di destûrê de jî rola jinê û mafê wê hebe. Jin li hember sîstemên desthilatdar û hegomonîk li ber xwe daye. Çandeke nû ya berxwedanê afirand û isbat kir ku bi wekheviyê  bawer e.  Jinê civaka xwe jî parast, ji bo doza jinan nexşeyeke xweşik çêkir û di nav de  tevahî jin, tên dîtin. Me bi hev re deskeftiyên mezin mayinde kirin û  di qadên parastinê de jinê azadî bi xwe re anî.  
 
Rewşa li Sûrî cuda bû. Her sîstem bi lez cihê xwe di nava Sûriyeyê de girt, da ku  rola xwe di nava vî şerî de bilîzin. Sûriyeyê şerên pir bi êş jiya, li ser hesabê xwînrijandina  gelê  wê dewletên hegomonîk qeyran kûr kirin. Gelê Sûriyeyê ji warê xwe hatin koçberkirin. Rewabûna mafê mirovan tune kirin û hedefbûna jinê esas girtin. Ji bo xizmeta berjewendiyên xwe gelê Sûriyeyê ji xwe re kirin lîstok, tevî vê yekê jî jin teslîm nebû û li ber xwe da. Jinê rola xwe bi cih kir û gavên erênî avêt. Armanca me sîstema demokratîk û jiyana wekhev e. "
 
Nîqaş ji aliyê jinan ve li ser vê rûniştinê tên kirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku wê di dawiyê de encamname bi rêya daxuyaniyekê ji çapemeniyê bê lidarxistin. 
 
Komcivîn didome.