Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 14:19 5 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç bi boneya dikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê Gulanê, 22’yê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlên xwe hevdîtin pêk anîbûn. Hemû serlêdanên parêzeran ên ji 7’ê tebaxê ve heta niha nehatine bersivandin.