Çalakiyên Kongreya Star ên 8’ê Adarê dewam dikin

  • 14:15 5 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Di rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de Kongreya Star a Kobanê îro  serlêdana hezên asayiş, HPC-JIN û birîndarên şer kirin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Kongreya Star bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest bi rêzeçalekiyan kir. Îro jî 8’ê Adarê li şervanên ku di çeperên şer de gazî bûne, hêzên asayîş, HPC-JIN û nivîsgeha parastinê piroz kirin. Dema serlêdana saziyan de kefiya YPJ’ê ya sembola 8’ê adarê her şexseke li ser milên xwe danibûn û her serledana saziyan de jî kefiya wek diyarî hat dayîn.
 
Di serledanan de li ser navê PYD’ê  Ayşe Efendî axivî û wiha got: "Em 8’ê Adarê li we hemû kedkarên şoreşê pîroz dikin. Em hevîdar in ku di salên peşiya me de bi Rêber Apo re em 8’ê Adarê piroz bikin. Em ne tenê rojekê hemû rojan li jinên kedkar pîroz dikin. Bi têkoşîna jinê em hatin van rojan. Çawa ku di berxwedana Kobanê de YPJ bû sembola jinan û tekoşîna jinê mezintir bû, heta Rêberê me azad bibe em ê wek jin tekoşîna xwe berfirehtir bikin.”
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi boneya peşwazikirina 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê wê bajarê Kobanê ji aliyê Rêxistina Kongreya Star ve bê xemilandin.