Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê didome

  • 14:09 5 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya li ser kirîza Sûriyeyê ya derbarê milê civakî, derûnî, aborî û hiqûqî de berdewam dike.
 
Komcivîna Meclisa Jinên Sûriyeyê ya ku li ser mijara 'Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de' ya ku li navçeya  Amûdê ya Kantona Qamişloyê  bi amadebûna siyasetmedar, mafnas, lêkolîner, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çapemeniyê û kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêk hatiye, bi rûniştina yekem dewam dike. 
 
Rûniştina yekem a ku li ser bandora kirîza Sûriyeyê ya li li ser jinê ya di aliyê aborî, civakî, hiqûqî û derûnî ji aliyê Endama Ofîsa jin ya Meclisa Jina Sûrî Canda Hawil, tê birêvebirin. Kesên li ser maseyê ji Rêveberiya Beşa Tenduristiyê ya li Saziya Jinan ya Mafê Mirovan Rojîn Şawîş, Endama Desteya Cîbcîkar ya Meclisa Jina Sûrî Sûhêr Hamid, Hevseroka Nivîsgeha Darayî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selwa El-Seyid, Mafnas û Cîgira Hevseroka Meclisa Sûriyê Demokratîk Mecdolîn Hesen in. 
 
Semînervanan bal kişandin ser bandorên ku di nava şer de li ser jinan tên kirin û wiha gotin: "Dema em di nava civakê de jinê tînin ser ziman mirov dikare bêje ku ya herî bi bandor dibe jin e. Di nava fikrê jinê de gelek tişt derbas dibin, ji aliyekî fikirandina bi malbatê,  li aliyê din jî tunekirin û krîzên ku ber çavê wê derbas dibin. Di nava civakê de jin kêm dihat dîtin, yan jî bi nêrîn û biryara wê nedihat girtin. Jin rastî tundiyên cur bi cur hat û taybet di nava vî şerî de gelek jin hatin qetilkirin, revandin û tecawizkirin. Jin bê maf hiştin. Êşên wê giran bûn û birînên wê jî kûr bûn , jin rastî zewaca bi zorê hat û ji mafê xwe yê herî hêsan, hat dûrxistin. Di nava vê rewşa tevlîheviyê de jinan hêza xwe kom kirin û dikarîbûn heya radeyekê deskeftiyên xwe biparêzin. 
 
Em nikarin bêjin pirsgirêkên jinan bi dawî bûne ji ber heya niha di nava rewşa krîza heyî de gelek jin rastî işkenceyê tên. Bi taybet di herêmên ku di bin dagirkeriya tirkiyeyê de ne mîna Efrîn, Serêkaniyê û li tevahî Sûriyeyê jî.Koçberî jî yek ji rengên vê kirîzê ye, jin di nava şerdên zehmet de dijîn, ev yek bandorê li ser derûniya jinê jî dike, dihêlê ku jin bê bawerî bimîne. Rewş her ku diçe aloz dibe û heya niha tu çareserî nehatine pejirandin. Em dikarin bêjin encax tevahî pirsgirêk bi diyaloga jinên Sûrî çareser bibe. Divê kombûyîna jinan nîşana wê ya serkeftinê diyar bike û jin bibe zimanê civakê û pêşenga pêşeroja azad."
 
Li ser van xalên ku hatin diyarkirin jinan nîqaşên berfireh kirin û bi hev re guftogo kirin.
 
Piştî rûniştina yekem, pêşengeha wêneyan li ser binpêkirinên derheqê jinê de û girîngiya serkeftinên  wê di kirîza Sûriyeyê de hat pêşkêşkirin. 
 
Komcivîn didome.