Jinan li Çiyayê Qerejdaxê nepoxên rengîn firandin

  • 13:49 5 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - TJA'ê  di çarçoveya şahiyên 8’ê Adarê de li çiyayê Qerejdaxê kom bûn li vir nepoxên rengîn firandin. Her wiha li Sêwrekê jî bi jinan re civîn li dar xistin. 
 
Çalakiyên 8’ê Adarê di roja xwe ya 5’emîn de berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, endam û rêveberên HDP'ê yên Rihayê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê çûn çiyayê Qerejdagê. 
 
Jinan li çiyayê Qerejdagê nepoxên bi rengîn bi hewa xistin. Jinan di çalakiyê de stran gotin û govend girêdan. Di çalakiyê de dirûşmên wekî "Jin jiyan azadî" û "Jina azad civaka azad e” hatin berz kirin. Piştre jî koma jinan li Siverekê civîna jinan li dar xistin. 
 
Her wiha Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Rihayê li Zanîngeha Kompusa Osmanbeyê a li taxa Xelîliyeyê ji bo biranîna jinên ku hatin kuştin şitl çandin. Platforma Jinên Rihayê jî tevlî bernameya şitl çandinê bûn.