Mîtînga 8'ê Adarê wê li Qada Îstasyonê bê kirin

  • 13:42 5 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Ji bo Mîtîga ku wê li Amedê di 8'ê Adarê de bê kirin destûr hat dayîn.
 
Xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin"  berdewam dikin 
 
Fînala çalakiyên 8'ê Adarê wê li Amedê bi mîtînga 8'ê Adarê ku wê li Qada Îstasyonê ya li Amê bê lidarxistin bê dayîn. TJA û HDP'ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ji bo mîtînga wê li Qda Îstasyonê bê li darixstin detûr hatiye dayîn.