Li Edeneyê jinan qertên piştevaniyê şandin

  • 13:41 5 Adar 2020
  • Rojane
EDENE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de ji jinên girtîgehan re qert şandin. 
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de ji jinên girtîgehan re qert şandin. 
 
Jin li gel Şaxa PTT'ê ya Edliyeya Edeneyê hatin gel hevdu. Parlaamentera HDP'ê Tulay Hatîmgoluari axivî. Tulayê got:"Em dixwazin ku rejîm bizanibe ku jinên girtî tevî hemû zor û zextan ji xeta xwe ya mor naqerin. Ew çawa li hundur li berxwe didin em jî li derve li berxwe didin. Em sozê didin rêhevalên xwe yên di hundur de û em dibêjin heta ku em cinayetan nesekinîn, heta şer bi dawî nebe, heta îstismar bi dawî nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî axaftinê jinan qert şandin.