Jinan lîstika xwe diyarî Gulîstan Doku kirin

  • 13:33 5 Adar 2020
  • Rojane
SÊRT - Li gel nêzbûna 8'ê Adarê rêzeçalakiyên di pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê de berdewam dikin. Jinan îro di çarçoveya çalakiyên xwe de futbol lîst. 
 
Bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên HDP'ê lez dan xebatên 8'ê Adarê.  Bi tevlîbûna parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş,Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen İşik, Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkis Epozdemîr û aktivîstên TJA'yê li perqa Orhan Dogan di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de goga lingan hat lîstin. Lîstîk ji aliyê koma Binevş û Asmîn ve hat listîn. Di lîstîka ku hat listîn de formayên mor û spî yên ku li ser "Bijî 8'ê Adarê,Jin Jiyan azadî "hatîn nivîsandin jinan li xwe kirin. 
 
Listîka hat listin diyarî Gulistan Doku hat kirin. Goga piyan bi dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî" bi dawî bû.