Meclisa Jinan a HDP'ê encamnameya civîna xwe aşkera kir

  • 12:50 5 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê encamnameya civîna xwe aşkera kir. Di encamnameyê de bal hat kişnadin ser 8'ê Adarê û 21'ê Adarê û wiha hat gotin: "Em ê destûrê nedin ku mafê me yê me bi dest xistiye ji destê me bê girtin û em ê serhildana xwe mezin bikin. Li dijî Dehaqên serdema me ku biharê wekî mertal bi kar tînin, em ê biharê di 21'ê Adarê roja Newrozê li qadan û bi coş pêşwazî bikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê ku di 23'yê Sibatê de hat lidarxistin, di 1'ê Adarê de kom bû. Jinan di civînê de, bi her awayî nirxandin û ji bo dema bê plansazya ku kirin, di encamnameya civîna xwe de aşkera kirin.  
 
'Em ji hevrêyên xwe yên jin re spas dikin'
 
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku Kongre bi nûnertiya jinan a ji Afrîkaya Başûr heta bi Ewropayê, ji Rojhilata Navîn heta bi Avusturalyayê ku dirêjî Kurdistanê bû hat lidarxistin.  Di berdewamiya Encamnameyê de wiha hat gotin: "Em wekî meclisa jinan ji bo piştevaniya enternasyonal û rêhevalên me yên jin ên di girtîgehê de ku bi peyamên xwe hêz dan me re spas dikin. Disa em ji bo jinên ku ji gelek bajaran bêyî guh bidin şet û mercên zivistanê û zextan hatin û tevli kongreyê bûn re jî spasiyên xwe pêşkêş dikin."  
 
Peyama 'Em hene li vir in û bi biryar in' careke din hat bihîstin' 
 
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser tevlibûna jinan û wiha hat gotin: "Hebûna jinan di nav deh hezaran de ku bi partiya xwe re ji bo xwe xwetin pêşerojekê avabikin gelek girîng bû. Jinan li dijî bloka AKP û MHP’ê ya bêbandorkirin, bêhêzkirin, bê kadrokirin û bê siyasetkirina HDP’ê, carek din peyama  'Em di azadiyê de bi israrin in, di têkoşînê de bibiryar in' dan." 
 
Di civîna Meclisa Jinan a HDP'ê de ev biryar hatin girtin: 
 
"* Em ê têkoşîna xwe ya li dijî şer mezintir bikin.
 
*Em ê li dijî pêkanîna bêbandorhiştina têkoşîna jinê ya li dijî pergala baviksalar, pêkanînên şerê taybet ên li dijî jinan jinê û êrîşên zayendî berxwedana xwe mezin bikin.
 
*Em ê li dijî polîtîkayên kesên bazirganiya şer dikin, kesan ji cihên wan koçper dikin û kesên ku koçberan ji bo xwe dikin amora  zextan ku mexdûrên van polîtîkayan herî zêde jin û zarokin bi xeta xwe ya aştîxwaz têbikoşin. 
 
*Bloka AKP - MHP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bilî şer û tundiyê tu rê nehistiye. Em ê  li dijî van polîtîkayan ji bo ku firir û pêşniyarên birêz Ocalan bi raya giştî re bên parvekirin û pirsgirêka kurd bi awayê aştiyane bê çareserin têkoşîna gelan a li dijî tecrîdê mezin bikin.  
 
*Barê giran ê xizanî, kerasetên xwezayî û herî dawî jî şewbên ku tên belavkirin jin hildigirin. Li dijî van hemû pêkanînan em piştevaniya jinan kurt bikin. 
 
 *Em ê destûrê nedin ku mafê me yê me bi dest xistiye ji destê me bê girtin û em ê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de serhildana xwe mezin bikin. 
 
*Li dijî Dehaqên serdema me ku biharê wekî mertal bi kar tînin, em ê biharê di 21'ê Adarê roja Newrozê li qadan û bi coş pêşwazî bikin."