‘Tendirustiya hevjînê min têk çûye divê bê berdan’

  • 11:07 5 Adar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevjîna Girtiyê nexweş ê bi navê Nurettîn Başaran(40) ku 4 sal e di girtîgehê de tê girtin Kaniha Başaran, anî ziman ku hevjînê wê beriya 8-9  salan qezeya trafîkê derbas kiriye, rewşa wî nebaşe û wiha got: “Di girtîgehê de ji pişta xwe 2 caran emeliyat bû. Em dixwazin di demekî nêz de bê berdan ku bi rêk û pêk tedawiya wî bê kirin.”
 
Girtiyê nexweş ê bi navê Nurettîn Başaran (40) ku ji sala 2012’an de ji ber qezeya trafîkê derbas kir seqet ma û 8-9 salin bi tena serê xwe nikare bijî,  piştî qedexeya derketina derve ya li Cizîrê bi dawî kirin bi  8 roj şûnde de hat binçavkirin û girtin. Nurettînê ku 4 salin di Girtîgeha Tîpa T’ya Girtî ya Sîwerekê de tê girtin 30 sal ceza jê re tê xwestin. Hevjîna Nuretîn Kaniha Başaran axivî û xwest ku hevjînê wê bê berdan.
 
‘Kesekî nexweş çawa di girtîgehê de tê girtin’
 
Kaniha, anî ziman ku beriya 4 salan hevjînê wê bê sedem hatiya girtin û wiha got: “Beriya 8-9 salan hevjînê min qezeya trafîkê derbas kir. Di qezayê de pişta hevjînê min şikiya. Di van sê mehên dawî de hevjînê min 2 caran di girtîgehê de emeliyat bû. Bijîk jî dibêjin divê di girtîgehê de nemîne. Hevjînê min 4 salin bêsûc û bêsedem girtî ye. Hevjînê min tu tişt nekiriye, ji ber hîn îfadeyên çend kesan hat girtin. Bi îfadeyên hîn kesan çawa mirov tên girtin. Kesekî nexweş çawa di girtîgehê de tê girtin.”
 
‘Ev neheqiyeke mezin e li hevjînê min tê kirin’
 
Kaniha, wiha berdewam kir: “Ji ber ku hevjînê min nikare bi tenê pêdiviyên xwe pêk bîne, li girtîgehê hevalên wî yên girtî pê re alîkar dibin. Bi daran û bi zorê dimeşe. Em dixwazin hevjînê min serbest bê berdan. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Li gel ku hevjînê min sûdariyên derbarê xwe de red kirin û hemû bê bingehin lê hîn jî girtî ye. Ev neheqiyeke mezine ku lê tê kirin.”
 
‘Bila hevjînê min berdin’
 
Kaniha, di dawiya axaftina xwe de got ku di girtîgehê de gelek zext û zordarî li girtiyan tên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dest danîne ser hemû tiştên girtiyan. Kincên ku em ji wan re dibin nadin wan. Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş e em nikarin biçin hevdîtina wî. Herê dawî beriya 3 mehan em çûn em hergavê nikarin biçin hevdîtin. Bi tenê daxwaziyeke min heye bila hevjînê min di demeke nêz de berdin. Ji bo ku dermankirina wî bi rêk û pêk bê kirin divê li derve be.”