Ciwanên Rojava bi meşek meşaleyan 8'ê Adarê pîroz kirin

  • 09:33 5 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO-ŞEHBA-HESEKÊ- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Tevgera Jinên Ciwan meşek meşaleyan li dar xistin.
 
Di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek meşaleyan li bajarê Hesekê, Şehba, Dêrîk û navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê  li dar xistin.
 
Jinên Ciwan li kantona Hesekê meşek bi meşaleyan orgenîze kirin
 
Di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê ku komîteya amadekar ji yekê Adarê ragihand, duh êvarên Jinên Ciwan li Kantona Hesekê  meşek bi meşaleyan li dar xistin. Meş li ber cisrê Miftî dest pê kir,  Endam û rêveberên Kongreya Star û saziyên civaka sivîl tevlî meşê bûn. Meşvan Meşela, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Jin jiyan azadî",  "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" hatibûn hildan.
 
Di meşê de Endama Rêvberiya Jinên Ciwan Hiba Nemo got: "Pêwist e her jinek ji bo bidestxistina mafê xwe ya cewherî asta têkoşînê mezin bike."
 
Meş li ber çarxereya Şehîd Serhed bi dirûşmên "Bijî berxwedan" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Bi boneya 8’ê Adarê jinên ciwan ên Efrîn û Şehbayê bi meşaleyan daketin qadan
 
Jinên Ciwan a Efrîn û Şehbayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê û hevdîtina ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hatî, daketin qadan û meşek meşaleyan li navçeya Fafîn ya Şehbayê li dar xistin. Di meşê de bi sedan jinên ciwan amade bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşaleyên bi agir û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatibûn  hildan. Meş heta goristana Fafînê dom kir, paşê jinên ciwan li ser girê  navçeya Fafînê navê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û navê bajarê Efrînê ku hatibû nivîsandin bi agir xemilandin.  
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku ew wek jinên ciwan ên Efrîn û Şehbayê komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû kiryarên dijexlaqî yên dewleta tirk şermezar dikin û gotin: "Daxwazên me tenê di çerçoveyên hevdîtinan de namîne em ê her ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û bi serhildanên xwe sistema desthilatdariyê hilweşînin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû. 
 
Jinên Ciwan ên Til Temirê herîkîn qadan
 
Jinên Ciwan ên navçeya Til Temirê daketin qadan û bi meşek meşaleyan 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê pîroz kirin. Meş li gundê Esfûriyê ya girêdayî Til Temir dest pê kir. Endam û rêveberên Kongreya Star û saziyên civaka sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" hatibûn hildan.
 
Meş li gundê Til Nesrîn veguherî mitîngê. Paşê bi deqeyek rêzgirtin daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêvberiya Jinên Ciwan Hiba Nemo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
“Wek ku Rêber Apo dibêje 'Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bixin' bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, em tevahî jinên cihanê pîroz dikin. Adar bi roja 8’ê adarê û newrozê xweş û geş dibe, dagirker û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dixwazin rojên me tarî bikin, lê bila baş bizanibin fikir û felsefeya Rêber Apo rojên me ronî kir û tu kes wê nikaribe roja me tarî bike, bi berxwedan û têkoşîna jinan dê dagirkerî têk biçe.Em banga azadiya Rêber Apo dikin û em ê li ser piya bin heya Rêber Apo azad bikin."
 
Meş bi gerandina govendê û bi dirûşma "Bijî jinên berxwedêr" bi dawî bû.
 
Tevgera ciwanên şoreşger  ên Dêrikê meşek ji bo 8’ê adarê li dar xistin
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê li Girkêlegê meşek meşaleyan li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û meşaleyên bi agir hatibûn hildan. Meş ji qada şehîd Xebat dest pê kir, heta akademiya ziman veguherî mîtîngê.
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Jinên Ciwan Rozîna Osman ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em weke Jinên Ciwan 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz dikin. Em weke jinên ciwan bi rengê berxwedanê û bi rihê ciwantiyê em ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Di dîrokê de ev roj asta berxwedana jinê nîşan dide û di cîhanê de weke roja jinên kedkar tê pîrozkirin. Îro jî li Rojava di şexsê Hevrîn Xelef, dayê Eqîde û Amara de gihîşt lûtkeya herî jor.  
 
Demek dirêj ji Rêber Apo agahî nedihat girtin û rewşa şewata daristana Girava Îmraliyê çêbûbû, gelê me şev û roj li ser piyan bûn û berxwedan û çalakiyên xwe dan destpêkirin. Ev berxwedan jî îro encam girt û hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Em wek ciwan vê hevdîtinê têr nabînin, heya ku tecrîd li ser Rêber Apo ranebe, em ê di nav çalakî û berxwedanê de bin."
 
Mîtîng bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.