Di 8’ê Adarê de çîroka 8 jinan

  • 09:24 5 Adar 2020
  • Rojane
Ceylan jibera ‘karê mêrane’ xera dike!
 
Zeynep Pehlîvan
 
ÎZMÎR - Ceylan Îrdem ya wesayîtan tamîr dike û bi navê ‘Turbocu abla’ tê binavkirin, gûh nade gotinên ‘nikare bike’, ‘ev karê mêrane’ û di riya xwe de dimeşe. Her çiqas hevjînê wê yê berê û mêrên li sanayiyî pêşiya wê bigirin jî, ew karê xwe bi hezkirin berdewam dike.
 
Em berbi 8’ê Adarê ve diçin û îro jî em çîroka Ceylan Îrdem ya ku wesayîtan tamîr dike, digirin dest. ‘Ev karê mêrane, li gorî jinan e!, Bi hevîrê destê xwe tevlî van karan nebe! Tu çi fêm dikî ji vî karî?’ hevokên li jor çiqas kronîkin û em jin van gotinan baş dizanin. Ji bo ev zimanê ku pişta xwe dide rolên zayenda civakî, tê beralîkirin peywir dikeve ser milê me jinan.
 
Ceylan Îrdem ye ji jinên ku ev rol hejandiye. Ceylan li sanayiya wesayîtan, ji zûde pişta xwe daye van rolan û hemû hevokên kronîk serobino kiriye Ceylan her wiha bi navê ‘Turbocu Abla’ tê zanîn.
 
Bi egoya mêr re hat rû hev
 
Ceylan Îrdem 47 sal berê li navçeya Acipayam a Denîzliyê hat dinê. Ciwaniya wê piranî li Kuşadasi derbas bû. Piştî mirina bavê wê, dayika wê qet nazewice û li zarokên xwe dinêre. Ceylanê dayika xwe her tim ji xwe re rol model girt. Wek dayika xwe xwest li ser piyên xwe bisekine. Ceylan zewaca xwe ya ewil di 19 salî de dike. 7 salan berdewam dike û zarokekî wê çêdibe. Piştî zewaca wê diqede, bi tena serê xwe li zarokê xwe dinêre.
 
Ceylan piştî demekê zewaca xwe ya duyem dike. Wê demê bi hevjînê xwe re 11 salan li derveyê welat dijî. Ji ber pirsgirêkên zewaca xwe ya ewil 10 salan zarok nexwest. Di sala 11’emîn de zarokek wê ya din çêdibe. Kurê wê yê ji zewaca ewail tê asta zanîngehê û Ceylan ji ber vê vedigere Tirkiyeyê. Wê demê hevjînê wê salek din li wir dimîne. Ceylanê li Îzmîrê bi alîkairya hevjînê xwe dukanek pompayê ya dîzelê vekir. Hemû pergala wê ava kir. Her tişt ket rê û hevjînê wê jî ji derveyê welat tê. Lê serkeftina Ceylanê qebûl nake.
 
‘Hewl da şîdeta psîkolojîk bike’
 
Ceylanê tiştên jiya wiha vegot: “Hevjînê min nedipa ku ez wisa bi ser kevim. Yanî hezm nekir. Got ‘xwediyê vir ez im’ û zexta psîkolojîk kir. Di vê pêvajoyê de bûyerên ku gihaştin heta şîdeta fîzîkî. Bi taybet keça min ji ber biçûk bû gelek bi bandor bû. Dukan li ser min bû, min ji hevjînê xwe re got alavan bigire û biçe. Li ser vê alav girt û çû. Heman hefteyê em ji xaniyên ku bi kirê têde bûn derxist. Keça min hîna 6 salî bû. Em beyî pere li kolanê man.”
 
‘Cesareta min jî hebû, baweriya min jî hebû’
 
Ceylan li xaniyan geriya û kesek baş derket pêşberî wan û got wê demek dirêj kirê û depozîto jê negire. Di nava deyn de bar kir. Ev ji bo Ceylanê destpêkek nû bû. Ji bo li ser piyan bimîne ji kesekî tamîratê dike yê li sanayiyê quncikek xwest. Pereyê destê wê de jî da wir. Muşteriyên wê li wir zêde dibin û di vir de dîsa egoya mêr dikeve dewrê. Tevî ku pereyên baş bi dukanê dide qezenckirin, di dawiya mehekê de hat derxistin.
 
Ceylanê berdewama çîroka xwe wiha vegot: “Ez ji wir hatim avêtin. Min dukana xwe ya niha têde me dît. Min ji xwediyê wê qunçikek xwest. Zivistan bû. Min li ser tezgahekê karê xwe dikir. Piştre min got dukanê dewrê min bike. Bi 20 hezarî dida hinekên din lê çawa min got 25 hezar xwest. Min qebûl kir û beşek pêşîn da û yê din jî bi teqsîdan da. Ji wê rojê heta niha sibehê 6’an de radibim. 8’an de diçim û 8’an de têm. Niha ji min re dibêjin ‘Turbocu Abla’. Karê min eleqeyek mezin dît. Min ji kesî re negot kar bişînin ji min re. Lê wan ez pêşniyar dikirim. Ez bi baldarî nêzî karê xwe dibim. Ez her tim li dijî pergala turboyê bi mereq bûm. Min tiştên fêm nedikir, dipirsî. Heta pirsgirêk nehata çareserkirin ez mijûl dibûm. Cesareta min hebû. Min digot ez ê biserkevim. Yên bi pêşdaraz nêz dibûn jî niha tên min pîroz dikin.”
 
Kurê Ceylanê tevî ku zanîngeh qedandiye jî, niha ligel dayika xwe dixebite. Navbera Ceylan û xebatkarên wê gelek baş e. Xebatkarên wê naxwazin wê bidin xebitandin û wê biwestînin. Ceylan bûye wek dayika wan.
 
Ceylanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Min ji kurê xwe re got ez ê karê xwe mezin bikim. Wî jî got ‘Xeyalan neke’. Dema ku dît min her tişt pêk anî got ‘Dayê tu mafdarî, tu bi serketî’. Hevjînê min yê berê got ‘tu nikarî kar bikî, tuyê têk biçî’. Navberekê em ji bo keça xwe navberekê hatin cem hev. Min jê re got ‘te çend dukan li ser min vekir, hemû têk çûn, alavê destê te jî çûn. Min jî bi tornavîdayekê dest pê kir û niha gelek maşîne û alavên min hene’. Ew wisa bawer dikin ku ew niha ji ber vê psîkolojiya wî xera ye.”
 
‘Dema hêvî winda bibe jiyan diqede’
 
Ceylanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin her tim li ser çapemeniya civakî peyaman dişînin. Ez dibêjim tu car hêviya xwe winda nekin. Ji ber ku hêvî winda bibe jiyan diqede. Derdên xwe bêjin. Mixabin wê kargeriyek we qebûl bike. Hun ne pere, kar dixwazin. Jin dikarin her karî bikin. Divê di tiştekî biçûk de xwe nedin alî. Divê jin tiştên neyînî nedin ser hişê xwe û berxwe bidin.”