SKM banga greva jinan a 8’ê Adarê dike

  • 09:22 5 Adar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Dîdar Gul ya SKM’î diyar kir ku Greva Jinan a Cîhanê li Tirkiyeyê û bajarên Kurdan her diçe zêdetir rêxistin dibe û bi lêv kir ku ger jin bawer bikin dikarin jiyanê rawestînin.
 
Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) ji bo greva jinan xwe amade dike. Endama SKM’ê Dîdar Gul, diyar kir ku wê di 8’ê Adarê de qumaşên zer li paçe û şaneşînan daliqînin û nexebitin, bi vî awayî greva jinê pêk bînin. Dîdarê destnîşan kir ku ji bo greva jinan, ya di 2017’an de li cîhanê dest pê kiriye û sala borî li 50 welat û 400 bajarî pêk hatiye, li Tirkiye û bajarên Kurd jî rêxistin bikin ketine nav tevgerê.
 
'Em ê îsal qumaşên zer li şaneşîn û paceyan daliqînin'
 
Dîdarê destnîşan kir ku greva jinê ya di rojeva jinên cîhanê de ye, ji bo cîhanê rawestîne têr dike û greva jinê ji bo dîtina keda jinê gelek girîng e. Dîdarê wiha berdewam kir: “Sala borî li Tirkiye û bajarên Kurdan me grev rêxistin kir û her diçe zêde dibe. Jinan li şaneşînan nivîsa ‘li vê malê grev heye’ daliqandin. Ligel vê me greva bikarhêneriyê jî pêk anîn. Îro rastî roja yekşemê tê. Em ê bi karê malê jî hilneberînin. Em ê îsal qumaşên zer li şaneşîn û paceyan daliqînin.”
 
'Mijar mijara mêrantiyê ya civakî ye'
 
Dîdarê daxuyakirin ku li Îzmîrê li navenda Yamanlar xebatan dimeşînin û got jin dibêjin ‘bila jin neyên qetilkirin em ê grevê bikin’ û wiha pê de çû: “Piranî jin di ferqa binpêkirina hestî de ne. Li ser jinan binpêkirineke cidî ya hestî tê jiyîn. Ev di encama serdestiya mêr de tê jiyîn. Ev ne mijara mêrekî ye. Ev mijara civakî ye. Mijar mijara mêrantiya civakî ye.”
 
Dîdarê di dawiya axaftina xwe de got hedefa wan ev e ku vê grevê bi zêdetir pêkhateyên jinan re pêk bînin û got: “Lê hem pêvajo qels e û hem jî 8’ê Adarê dikeve roja yekşemê. Ji bo sala pêş nîqaşên der barê vê de hene. Gelek rêxistinên jinan û jinên ku vê erênî nabînin hene. Pêkhateyên erênî dibînin hene bêguman. Em ê vê rêxistin bikin. Keda jinê nayê dîtin. Barê herî giran jin hildigirin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Jin bisekine jiyan jî disekine.”