Neviyên pîrebokan di 8’ê Adarê de li qadan e

  • 09:14 5 Adar 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Pîrebokên Kampusê diyar kirin ku ew ‘neviyên pîrebokên ku dîrokê şewitandine’ û li zanîngehan rêxistinbûna xwe mezin dikin, li dijî her cureyê şîdet û êrîşa zayendî têkoşînê mezin dikin. Ji pîrebokan Fatma Ardal banga 8’ê Adarê kir û got: “Wê bi copan tehdîd bikin, wê bêjin ‘bêahlaq’ an jî tiştekî din bêjin. Lê em ê tu car dest ji qadan û kolanan bernedin.”
 
Li Tirkiyeyê gelek rêxistinên jinan têkoşînê dimeşînin hene û yek ji van rêxistinan jî Pîrebokên Kampusê ne, li zanîngehan bi awayekî aktîf xebatan dimeşînin. Pirebokên Kampusê civakek serbixwe ya li dijî pirsgirêkên li zanîngehan rêxistineke hatiye avakirinê ye û her wiha di 28’ê sibata 2016’an de hat avakirin. Pîrebokên Kampusê ji roja hatine avakirin, li dijî kuştinên jinan, tacîz, tecawiz û her cureyê şîdetê û hemû newekheviyan diqîrin.
 
Çima pîrebokî?
 
Yek ji pirsa herî zêde ji pîrebokan tê pirsîn em jî ji xwendekara Beşa Dermankirina Fîzîkî ya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê, Fatma Ardal dipirsin. Fatmayê diyar kir ku pir zêde bi pirsa ‘Çima Pîrebokî?’re tên rû hev û vê bersivê dide: “Di serdema navîn û beriya wê de jinên zana, der barê jiyan û teşeyên jiyana xwe de gotinên xwe digotin û têdikoşiyan. Ev jinên zana demek dirêj di serdema navîn de wek ‘pîrebok’ hatin şewitandin. Ev girêdayê destpêka kapîtalîzmê ye. Heta kapîtalîzmê ewil li dijî jinan şer da destpêkirin û xwe heyî kir. Kapîtalîzmê ji jinan xwestin ku serî bitewînin. Xwestin di hilberîna kedê de ji derveyê pêvajoyê bimînin. Dihat xwestin ku ger cih bigirin jî bila wek hêza kar a erzan cih bigirin. Jinên li dijî vê derketin di sahneyên dîrokê de cihê xwe girtin. Ji ber vê rastî îşkenceyên giran hatin û wek pîrebok hatin şewitandin. Bi gelek rêbazên din xwestin jinan bêdeng bikin. Em jî xwe dispêrên wan û bi gotina ‘em neviyên pîrebokên dîrokê şewitandine’ derketin rê. Em xebatên xwe li Tirkiyeyê li hemû zanîngehan rêxistin dikin.”
 
‘Em li dijî şîdetê têdikoşin’
 
Fatmayê bi lêv kir ku ji roja hatine avakirin heta niha li dijî şîdet û îstîsmarê têdikoşin û got: “Li dijî mêjiyê dewleta ku dixwaze ji zarokan bûkan biafirînin, li dijî hemû newekheviyên li zanîngeh û jiyanê di navbera jin û mêran de em îtîraz dikin. Ji bo jinek din nemire em têdikoşin.”
 
‘Yên behsa ahlaqê dikin tecawizkaran diparêzin’
 
Fatmayê daxuyakirin ku wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî têkoşîna azadiya jinê her diçe bilind dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin naxwazin serî li hemberî serdestiya mêr bitewînin û di bin sînorên wan de bijîn. Belkî jî cara yekeme wisa xurt û di piştevaniyeke enternasyonal de diqîrin. Yên behsa ahlaq, namûs û pîroziya malbatê dikin ji bo kujerên jinan jî ceza dadixin. Ev zîhniyet zêdebûna şîdet, tecawiz û kuştina jinan jî erê dike.
 
‘Daxwaza me ya dersên zayenda civakî heye’
 
Fatmayê her wiha destnîşan kir ku li dijî zayendperestiyê, daxwaza wan ya dersên ‘zayenda civakî’ heye û got newekheviya zayenda civakî rê li ber kuştinan vedike û got ew di daxwazên xwe de bi israr in. Fatmayê balkişand ser nebûna pedan a li kantînên zanîngehê û got: “Me di vê mijarê de kampanya da destpêkirin. Hemû xwendekarên li dijî desthilatiyê dertê bên çewisandin. Ev êdî bi awayekî sîstematîk pêk tê. Îxraca akademîsyenên aştiyê jî bandor li ser hemû akademîsyenan kir. Ji hemû akademîsyenan re tilî hat hejandin. Ligel vê di carekê de lêpirsînên ewlehiyê ketin jiyana me. Ev pêngaveke ji bo pasîfkirina xwendekaran bû.”
 
Pîrebokên kampusê di 8’ê Adarê de li qadan e
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin ne tenê li zanîngehan, li fabrîka, mal û kolanan têdikoşin û der barê 8’ê Adarê de jî wiha got: “Li hemû zanîngehên em rêxistinkirîne, wê panel û semîner pêk bên. Ev 8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Greva femînîst ya li Ispanya, Swîsreyê dest pê kir, bi Las Tesîs berdewam kir û bandor li hemû jinên cîhanê kir. Em dixwazin vê bi 8’ê Adarê zêdetir bidin hîskirin. Bêguman wê îsal jî Meşa Şevê ya 8’ê Adarê asteng bikin. Wê bi copan tehdîd bikin, wê bêjin bêahlaqin an jî tiştekî din bêjin. Lê em ê tu car dest ji kolan û qadan bernedin.”