'Em ê bi rihê Hevrînê 8'ê Adarê pîroz bikin'

  • 09:10 5 Adar 2020
  • Rojane
TEBQA - Cigîra Rêveberiya Jinê û Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Semer Şîhabî behsa amadekariyên 8'ê Adarê yên li herêma Tebqayê kir. Semerê wiha got:"Em ê bi rihê Hevrînê 8'ê Adarê pîroz bikin."
 
Bi nêzîkahiya 8'ê Adarê kar û xebatên di çarçoveya 8'ê Adarê de tên kirin zêde dibin. Li Tebqayê jî jin ji bo 8'ê Adarê amadekariya çalakiyan dikin. Têkildarî mijarê Cigîra Rêveberiya Jinê û Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Semer Şîhabî nirxandin kir. 
 
'Di civakê de jinan hebûna xwe destnîşan kir'
 
Semerê bal kişand ser wateya 8'ê Adarê û wiha got:"Em niha  ketin qonaxeke taybet. Ev qonaxa taybet 8'ê Adarê ye. Berê ev roj bi taybet  li  herêmên me  nedihat pîrozkirin. Piştî 10’ê gulana 2017’an Herêma Tebqayê ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat rizgarkirin û li herêmê  jî ev roj hat pîrozkirin. Jin bûn xwedî hebûn  û mafên xwe parastin. Di heman demê de hişmendiya rewşenbîrî û çandî jî bi wan re pêş dikeve.”
 
'Bi rihê jina azad em 8'ê Adarê, pêşwazî bikin'
 
Semerê di dewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku li ser amadekariyên 8’ê Adarê yên li Tebqayê ew xebatên girîng dimeşînin û wiha dewam kir:  "Me ji bo 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê komîteyek amadekar û kampanyayeke bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" bi beşdariya hemû saziyan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li gel jinên Tebqayê yên ji hemû pêkhateyan, daye destpêkirin. Kampanya ji gelek çalakiyan pêk tê. Hin ji wan jî herêma Tebqa û Reqa wê hevbeş beşdar bibin. Hinek jî taybet ên jinên herêma Tebqayê ne. Çalakiyên me wiha ne: Ew ê daxuyaniyek li ser destpêka kampanyaya 8’ê Adarê, vedana konê kevneşopiyê, perwerdeya ji bo danasîna jinan, pêşandana sînevizyonê, çandina daristana şehîdan, bernameya platforman, serdana saziyan, belavkirina gul û belavokan, vêxistina findan a li goristana şehîdan û danîna gulan a li ser gorên şehîdan ew ê bên kirin. Di roja 8’ê Adarê de jî meş û şahiyek giştî ji bo pîrozkirina roja jinan dê were lidarxistin. Bi rihê jina azad em 8’ê Adarê, pêşwazî dikin”
 
'Bi rihê Hevrînê em 8'ê Adarê pîroz dikin'
 
Semerê bal kişand ser cudabûna pîrozbahiya cejna jinê ya li Herêma Tebqayê û wiha got: "Salvegera 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ya navneteweyî  îsal ji sala borî zêdetir deng veda. Ji ber ku me dît çawa jin bi xebata xwe dikarin hebûna xwe bidin xuyakirin û hişt ku jin derkeve ji çarçoveya di nava malê de ya ku  jê re hatibû diyarkirin. Ev sêyemîn sal ya piştî rizgarkirina Herêma Tebqayê ye, jin  8’ê Adarê pîroz dikin. Sala borî berxwedana jinê  bi dirûşma kampanya li ser rihê  berxwedana  Leyla  Guven bû, îsal jî  bi rihê şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrin Xelef, em 8’ê Adarê pîroz dikin.Ez ji hemû jinan re pêşketin û serkeftinê dixwazim û bi hêviya ku aştî li hemû herêmên Sûriyeyê belav bibe."