Sibeheke Hunerî li Çiyayê Kizwanan

  • 17:08 4 Adar 2020
  • Rojane
 
HESEKÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê- Şaxê Til Temirê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, sibeheke hunerî li Çiyayê Kizwanan li darxist. 
 
Bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re" Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê-Şaxê Til Temirê sibeheke hunerê li ber Şaredariya gundê Xera a girêdayî Çiyayê Kizwanan bi tevlîbûna sedan kes, nivîskar, helbeswan û rewşenbîr,  li dar xistin.
 
'Dewleta tirk li dijî Gelê Kurd sûcên şer pêk tîne û pêwîst e were lêpirsînkirin'
 
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser giyanê pekrewanên azadiyê, Endamê Rêveberê Yekîtiya Rewşenbîrên Til Temirê Xelîl Elî axivî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker di serdemên dîrokê de bi dehan komkujî der heqê gelê kurd, ereb, aşûrî, suryanî û êzîdî de pêk aniye. Bi dehan şaristaniyên ku hebûna gelan îfade dikir rûxandin. Dewleta tirk ji Almaniya zêdetir faşîsta xwe dide der. Bi dehan zarok û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hinceta ku teror in qetil kirin. Bi dehan gundên Kurdan li Bakurê Kurdistanê rûxandin.  Dewleta tirk ji ber li dijî Gelê Kurd sûcan dike pêwîst e were lêpirsînkirin. Erdogan li dijî herêmê guhertineke demografîk pêk tîne û dixwaze ku şaristaniya herêmê bide guhertin."
 
Piştî axaftinê helbestvanê Ereb Ehmed Ebd El-Reûf û Mihemed Elî helbest der barê şer û dagirkeriyê de gotin.
 
Sibeha hunerî bi dirûşmeyên "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.