Li Şirnexê xebatên 8’ê Adarê bê navber didomin

  • 17:01 4 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa HDP’ê ya Jinan li bajarokê Gundikê Melî ya Şirnexê hevdîtina jinan pêk anî, li Hezexê jî ji jinên girtî re qert hatin şandin.
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, li navend û navçeyên Şirnexê bi minaseta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê xebatên xwe bê navber didomînin. TJA û Meclîsa Jinên HDP’ê ya Şirnexê, bi minasebeta 8’ê Adarê li bajarokê Gundikê Melî(Balveren) a Şirnexê hevdîtina jinan pêk anî û qerenfîl li jinan belav kirin. Li bajarokê Gundikê Melî hevdîtina jinan ku pêk hat de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîsta TJA’yê Zeynep Boga, Hevşaredara bajarokê Gundikê Melî  Zahîde Erk, rêxistina HDP’ê ya Şirnexê û gelek jin tevlî bûn.
 
Di hevdîtinê de Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û anî ziman ku di demên dawiyê de li dijî jinan êrîş, tacîz û tecawiz gelek zêde bûne û wiha got: “Zihniyeta baviksalar û îktîdar dixwazin destkeftiyên jinan desteser bikin û dest bixin. Her wiha dijmin ji nirx û hebûna jinê gelek ditirse. Loma li dijî jinê êrîşan pêk tînin. Nirxên ku jin diparêzin bi komkujiyekê re rû bir û ne. Em dixwazin vîn û nirxên xwe biparêzin. Nîvê jiyanê em jin in. Em serdestiya li malê li me tê kirin qebûl nakin, ne jî zordestiya li derve li me tê em qebûl dikin. Her roj li kolanan jin tên qetilkirin. Zarok rastî îstîsmarê tên. Polîtîkayên qirêj li ser jin û zarokan pêk tînin. Em dixwazin bibin dengê hemû jinan. Li dijî zordariya em li berxwe didin û em ê berxwe bidin. Çiqasî hêza me hebe em ê gund bi gund, kolan bi kolan bigerin ji bo bibin dengê jinan. Ji bo jiyanek azad divê em jin bibin yek. Em destên xwe bidin hevdû. Li hemû cihanê pêşengiya têkoşînê tevgera jinê dike. Em bi hev re dikarin ji bo zarokên xwe siberojek azad ava bikin. Ji bo azadiyê divê em têbikoşin. Jin bi bedelên mezin têkoşînê heta vê rojê anîn. Divê em jî xwedî vî têkoşînê derbikevin.”
 
‘Em jin tim hene û em ê hebin’
 
Nuran, bi lêv kir ku bi saya Rêberê PKK’ê Adbullah Ocalan jinan xwe nas kiriye û wiha domand: “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji ber vê jî em bûne dildarê vê têkoşînê. Em bi deng, reng û tililiyên xwe em ê bibin dengên jinan. Em jin tim hene û em ê hebin.”
 
Ji bo 8’ê Adarê bangewazî
 
Nuran, herî dawî  8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û bang hemû jinan kir ku mitînga ku li navçeya Silopiyê pêk were banga tevlîbûnê kir.
 
 Axaftin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû. Piştî axaftinê jinan kolan bi kolan û mal bi mal geriyan qerenfîl li jinan belav kirin û bang mîtînga Silopiyê kirin.
 
 Hezex
 
Jinan li navçeya Hezexê jî ji bo jinên girtî yên siyasî bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê piştgiriyê bidin wan qert nivîsin û ji PTT’ê şandin.