Li gundê JINWAR'ê 8’ê adarê hat pîrozkirin
- 16:06 4 Adar 2020
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 8’ê adarê Rêxistinên Jin ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" çalakiyên xwe didomînin.
Di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de, çalakiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Îro jinên herêma Cizêrê bi pêşengtiya Kongreya Star û komîteya tenduristîyê bi şahiyekê 8’ê adarê li gundê JINWAR'ê pîroz kirin.
'Rêka berxwedanê serkeftin e'
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Daliya Henan roja 8’ê adarê li tevahî jinên cihanê pîroz kir û wiha axaftina xwe domand: "Roja 8’ê adarê rojek pîroz û bi wate ye. Roja mafxwestin û parastina mafê cewherî ye. Deskeftiyên ku di roja me ya îro de me bi dest xistine encama berxwedana jinan a ku li hember koletî û desthildariyê rabûye. Îro jî em ê bi rihê Barîn û Hevrînan asta têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin. Di encama berxwedana jinan li tevahî qadan duh mizgîniya hevdîtina bi Rêber Ocalan hate kirin. Ji bo wê em her dem dibêjin madem berxwedan heye ew ê serkeftin ya me be."
'Jin afrînera jiyanê ye'
Paşê Navenda Şifaya Jinê hate vekirin, Rêveberiya Navenda Şifaya Jinê Cemîla Şitî got: "Bi boneya 8’ê Adarê vekirina Navenda Şifaya Jinê li tevahî jinan pîroz dikin. Jin afrînera jiyanê ye. Jin di warê keşifkirina dermanên xwazayî de xwedî rolek pir girîng e."
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.