Komîteya Tenduristiyê Nexweşxaneya Xera vekir

  • 15:55 4 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Îro Komîteya Tenduristiyê a Kantona Hesekê bi armanca avakirina civakeke dûrî nexweşiyan, li Çiyayê Kizwanan nexweşxaneya Xera vekir.
 
Piştî 8 salan ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê, navçeya Til Temir û Çiyayê Kizwanan  îro Komîteya Tendrustiyê ya Kantona Hesekê nexweşxaneya gundê Xera bi şahiyekê û beşdarbûna sedan şêniyên Çiyayê Kizwanan, li gundê Xera, vekir.
 
'Nexweşxaneya Xera wê bibe bersiva pirsgirêkên civak û jinên Çiyayê Kizwanan'
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Komîteya Tendrustiyê Rojîn Hesûn axivî û wiha got: "Têkildarî rewşa jinan di tenduristiyê de û têghiştina wê ya ji bo saxlemiya bedena xwe û parastina wê ji nexweşiyên ku jiyana wê dixe xeteriyê, semîner û civîn  hatine dayîn. Vekirina nexweşxaneyê wê bibe bersiva hemî pirsgirêkên civak û jinên Çiyayê Kizwanan."
 
'Aramanca me têgihiştina civakeke saxlem û zane ye'
 
Cîgirê Desteya Tenduristîyê Mihemed Xelef axivî û wiha got:"Armanca me ji vekirina nexweşxaneyan ew e ku em civakeke têgihiştî û zane ava bikin. Bi dayîna semîner û civînên derbarê tendrustiyê de em hewl didin ku nexweşiyên di nava civakê de der tên kêm bikin. Em ê hemî derfetên xwe yên tendrustiyê bixin xizmeta gelê xwe da ku em bikaribin civakeke saxlem ava bikin."
 
Piştî axaftinan benê nexweşxaneyê ji aliyê Fatma Mele Xidir dayîka Ş. Muhened û Şemsa Qitban hevîjna Ş. Elî ve hate qutkirin. 
 
Paşê şênî derbasî nexweşxaneyê bûn û şêranî  hat belavkirin.