Şêniyên Tirbespiyê daketin qadan

  • 15:32 4 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan, ji bo şermezarkirina şewata ku di 27'ê sibatê de li Girava Îmraliyê pêk hatibû, bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê daketin qadan. 
 
Ji bo şewata bi guman ku di 27’ê Sibatê li daristana Girava Îmraliyê hatibû pêxistin, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin. Meş ji navenda Kongreya Star dest pê kir, her wiha di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Ji bo Ocalan azadî", "Bimre hêzên komploger û bijî berxwedana Îmraliyê" hatibûn hildan. Meş li ber navenda ciwanên şoreşger veguherî mîtîngê. 
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Heyv Hecî axivî û got: "Em agirê ku li daristana Girava Îmraliyê pêk hatibû şermezar dikin. Ev şewata ku pêk hat sedema wê derbasbûna dewleta tirk a di qirîzê de ye, lê bi saya berxwedana gelan, dewleta tirk neçar ma da ku hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were. Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe her li ser piyan bin."
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.