Li Riha û Mêrdinê çalakiyên 8'ê Adarê

  • 15:21 4 Adar 2020
  • Rojane
RIHA / MÊRDÎN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta 8'ê Adarê li Pirsûs, Qoser û Nisêbînê çalakî li dar xistin. Li Dêrikê jî hevdîtina jinan ji hêla cendirmeyan ve hat astengkirin. 
 
Xebat û çalakiyên 8'ê Adarê bi coş û kelecan didomin. Bernameyên ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan ve  hatî aşkerakirin tê pratîzekirin. Di çarçoveya bernameyê de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevdîtina jinan pêk hat. Li navçeya Nisêbîn û Qosera Mêrdînê jî jin girtiyan re kart şandin û qurnefîl belav kirin. Li Dêrikê jî cenderme hevdîtina jinan asten kir. 
 
Li Pirsûsa Rihayê hevdîtina jinan pêk hat û parlamentera HDP'ê Ayşe Surucû, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê tevlî hevdîtinê bûn. Jinên ku bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî hevdîtinê bûn li vir sînevîzyona ku ji bo 8'ê Adarê hatî amadekirin hat nîşandan. Piştre jî jinan li kolanan qurnefîl belavkirin. 
 
Li Nisêbînê jin kartên ku amadekirin ji girtiyên jin re şandin, piştre jî berê xwe dan Bazara Çarşemê li vir jî qurnefîl belavkirin. Her wiha li Qoserê jî jin kedkarên tekstîlê ziyaret kirin. 
 
Her wiha parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin ji bo hevdîtina jinan berê xwe dan taxa Kizilê ya Dêrikê. Lê cendermeyan hevdîtina jinan asteng kir. Cendermeyan nehiştin jin bikevin taxê.