Leyla Guven û jinên HDP'î li Geverê çûn serdana esnafan

  • 13:47 4 Adar 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û kesên bi wê re çûn serdana esnafên jin û ew dawetî çalakiya avahiya HDP'ê kirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Leyla Guven û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navenda Gevera Colemêrgê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de ziyareta esnafan kirin. Leyla û yên bi wê re kincên xwe yên kurdewarî li xwe kirin û çûn serdana esnafên jin. Leyla Guven û kesên bi wê re jin dawetî çalakiya ew ê li avahiya HDP'ê ya Geverê saet di 14.00'an de bê lidarixistin kirin. Di heman demê de ji bo jinan qurnefîl hatin belavkirin. 
 
Leyla ji bo jinan jiyaneke ji tundiyê dûr û jiyanek azad xwest.