Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda

  • 13:30 4 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - DEDAŞ'ê beriya 15 rojan "deynê cotkaran" hincet nîşan dabû û ceyrana nêzî 30 gundî birîbû. Li ser bertekên zêde DEDAŞ'ê ceyrana van gundan berda. HDP'ê jî encamên lêkolîninên ku kiribû parve kir. 
 
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), beriya 15 rojan bi hinceta "deynê cotkaran" li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, ceyrana bîrên sondajê û malan ên nêzî 30 gundî birîbû. Girêdayî birîna ceyranê gundî, di tariyê de bêav dimînin. Li ser bertekên zêde yên gundiyan DEDAŞ'ê ceyran ji bo gundiyan berda. DEDAŞ'ê têkildarî mijarê tu daxuyanî neda û gundiyan ragihand ku ceyranê wan hatine qutkirin. Bi hatina ceyranê re pirsgirêka avê niha li gundan çareser bûye. Lê gundî, diyar dikin ku pirsgirêk bi mehan e berdewam dike û garantiya careke din nebirîna ceyranê tune ye. Gundîyan, ji bo çareseriya mayînde bang li rayedaran kirin. 
 
Ji HDP'ê hişyarî
 
Şaxa Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Mêrdînê û Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, têkildarî miajarê lêkolîn kirin. Lêkolîna hatiye kirin, bi daxuyaniyeke çapameniyê, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê hat aşkerakirin û agahiyên ku hatibûn bidestxistin bi raya giştî re hatin parvekirin. Serokê HDP'a Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir rewşa ku li gundan tê jiyîn, derveyî hiqûq û wijdan e û wiha got: "Birîna ceyranê hem dibe sedema mexdûriyetan hem jî dibe sedema derketina pirsgirêkên tenduristiyê. Divê ku rayedar ji pirsgirêkê çareseriyekê bibînin. Em weke HDP'ê li cem gel in."