Ji bo jinên ku hatin kuştin şitl hatin çandin

  • 12:48 4 Adar 2020
  • Rojane
EDENE - Li navçeya Seyhana Edeneyê jinan di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de ji bo biranîna jinên ku hatî kuştin şitl çandin.
 
Bi pêşengiya Şaredariya Seyhana Edeneyê, jinan di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de ji bo bîranîna jinên ku hatine kuştin li Bûlwara Begovîçê ya taxa Gursel Paşayê şitl çandin. Parlamenter û rêveberên HDP'ê û CHP'ê, şaredarê Seyhanê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî bernameyê bûn.