Şandeya ku ji HDP'iyan pêk dihat mexdûrên erdhejê ziyaret kirin

  • 12:41 4 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Şandeya ku ji parlamenter, hevserok û hevşaredarên HDP'ê pêk dihat çûna serdana mexdûrên erdhejê yên taxa Elbîs, Elezî û Qiratê.
 
Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di 23'ê Sibatê de erdheja hêza wê 5.9 pêk hatibûn. Di erdhejê de taxên girêdayî navçeyên Elbakê xera bûn. Li 5 taxên Elbakê nêzî 400 xanî û bi sedan gov xera bûn. Li taxa Elbisê 8, li taxa Elezeyê 1, li taxa Qîratiyê jî 1 û bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di roja ewil de ji ber barîna berfê rêyên taxan hatibûn girtin. Ji ber hilweşandina govan gelek sewal ji ber sermayê mirar bûn. Tax û gundên derdorê ji bo alîkariyê berê xwe dan cihê erdhejê. Her wiha li gelek deverên Tirkiyeyê alîkarî hatin şandin. 
 
Serdana sazî, dezgeh û rêxistinên sivîl li herêmê didomin. Şandeya ku ji parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, hevseroka HDP'ê ya bajarê Wanê, Oznur Bartin, hevşaredarên Elbakê ya ku şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Şengul Polat û Erkan Acar, hevşaredara Bêgirê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Leyla Balkan pêk hatî çûn serdana taxên Elbîs, Elezî û Qiratê. 
 
Şande di serî de çû taxa Elbîsê û malbatên ku di konan de dijîn ziyaret kirin û pirsgirêken şêniyan guhdar kirin. Şande piştre jî çû serdana taxa Elezî, malbata ku xizmên xwe di erdhejê de winda kiribûn ziyaret kir. Herî dawiyê jî çûn taxa Qiratî li vîr daxwazên welatiyan guhdar kirin.