Jinên Êlîhê: Navnîşana aşitiyê ne Îdlîb, Îmrali ye

  • 09:04 4 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
ÊLÎH - Tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Bertek û nêrazîbûnên li dijî girankirina tecrîtê jî zêde dibin. Jinên Êlîhê têkîldarî mijarê axivîn û gotin ku navnîşana aşitiyê ne Îdlîb,Îmrali ye. 
 
Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ji sala 2015’an ve heta niha tecrîteke giran tê meşandin. Hevseroka Partiya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin  di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre ev çalakî  li hemû girtîgehan û gelek welatan belav bûbû. Di encama grevan de  7’ê Tebaxa 2019’an de parêzer çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Lê tecrîd dîsa hat berdewam kirin û bi giştî 21 salin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîteke giran heye. Herî dawî li Girava Îmraliyê şewat derketibû û ji aliyê rayedarên dewletê ve ji raya giştî re tu agahiyên zelal nehatin dayîn. Li dijî tecrîtê li seranserî  Tirkiyeyê bertek û nêrazîbûn jî her ku diçe zêde dibin. Jinên Êlîhê bertek nîşanî tecrîtê dan û gotin ku li dijî tecrîtê hewcehî bi têkoşîneke zêde heye.
 
Di vê bi lez civak bê agahdarkirin 
 
Ji Meclîsa Jinan a  HDP'ê Nurten Uzumcu da zanîn ku  21 sal in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîteke giran tê meşandin û got ku şikandina tecrîtê bi xurtkirina têkoşînê pêkan û wiha axivî:"Ev 21 sal in li ser birêz Ocalan tecrîteke giran heye. Birêz Ocalan di bin şert û mercên herî giran de têkoşîneke bêhempa dide. Hevdîtin mafê herî rewa yê girtiyan e. Lê heta ku hevdîtina bi malbat û parezeran jî tê qedexekirin.Girankirina tecrîtê me jinan dike nava fikaran. Herî dawî 27'ê sibatê li Girava Îmraliyê şewat derketî bû. Der barê vê şewatê pirsên gel nehatin bersivandin û ev daxuyanî bi tu awayî têra vegotina şewatê nake. Dewlet jî baş dizane ku  tendûristiya  birêz Ocalan ji bo me girînge û ji ber wê jî bi daxuyaniyên ji rêzê  dixwazin mijarê û rojevê biguherînin. 21 sal in ev tecrît bênavber tê meşandin. Ji 7'ê tebaxê heta niha bi tu awayî hevdîtin bi birêz Ocalan re nehatiye kirin. Ev şewat me dike nava fikaran. Pêwîste rayedar bi lez der barê tendûristiya birêz Ocalan de civakê agahdar bikîn û pirsên gel bi bersivînin."
 
'Sedema aloziyê girankirina tecrîdê ye'  
 
Rêvebira HDP'ê ya Êlîhê Gulnur Delîl jî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bang li dewletê kir ku di vê mijarê de hestiyar tevbigere û ev tiişt anî ziman:" Bi komploya navneteweyî birêz Ocalan hate girtin. Ev 21 sal in li ser birêz Ocalan komploya hat pêkanîn didome. Bi girankirina tecrîtê pêşiyê li aloziyên civakî vedikin. Ger ku niha li Tirkiyeyê alozîyeke sîyasî, civakî,aborî û hiquqî hebe sedema vê girankirina tecrîtê ye. Tecrît pêşiya pirsgirêkan vedike. Ger ku deriyên Îmraliyê bên vekirin ev pirsgirîk yek bi yek wê ji holê rabin. Ji ber ku birêz Ocalan mîmarê aşitiyê ye. Ji ber vê jî ji xeynî girankirina tecrîtê divê riyên çareseriyê bên vekirin. Tecrît bi xwe re bûyerên xerab tîne. Ji ber wê ji bo avakirina demokrasî û aşitiyeke mayînde divê ev tecrît bê bidawîkirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin." 
 
' Heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin em azad nabin'
 
Ji jinan Saniye Aratîmur jî bal kişand li ser tecrîtê û got ku heta deriyên Îmraliyê venebin ew jin nikarin bibêjin em azad în û ev nirxandin kir:" Bi salane bi giştî li ser gelê kurd tecrîteke giran heye. Li Îmraliyê daxwaziya aşitiyê tê tecrîtkirin. Herkes baş dizane ku di şekxsê Ocalan ê li Îmraliyê di nav çar diwaran de aşitî tê fetisandin. Pişt wan diwaran aşitî heye,azadî û demokrasî heye. Lê li gel girankirina tecrîtê welat ber bi tarîbûnê ve diçe. Tundî,alozî,kuştin,şer û pêvçûn hemû girêdahî tecrîtê ne. Heta ku deriyên Îmraliyê venebin em jinên kurd nikarîn bibêjîn em azadîn." 
 
'Tecrîd li her derê ye'
 
Nuran Çapkin jî ji bo aşitiyeke mayînde destnîşanî Îmraliyê kir û got:" Bi salane em zilm û zordariyê dibînin. Li girtîgehan zext û êrîş her ku diçin zêde dibin. Ev tecrît ne tenê li girtîgehan di heman demê de li malên me û kolanan jî tê meşandin. Em êdî mirinê,kuştinê û girtinan naxwazîn û êdî bes e. Divê ev tecrît bi dawî bibe. Ji bo aşitiyeke mayînde berê xwe bidin Îmraliyê." 
 
' Navnîşana aşitiyê ne Îdlîb, Îmrali ye'
 
Dayîka Aşitiyê Taybet Tekîn jî tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û der birî ku aşitî ne li Îdlîbê, li Îmraliyê dikare pêk bê û wiha pê de  çû:" Em bi salane ji bo aşitiyê tedikoşîn û dibêjîn navnîşana aşitiyê ne Îdlîb, Îmrali ye. Em azadiya birêz Ocalan dixwazîn. Em ji tendûristiya wî bi fikarîn. Divê ev tecrît bi dawî bibe û bi lez û bez deriyên Îmraliyê bên vekirin."
 
' Berê xwe bidin Îmraliyê û pêşiya vê aloziyê bigirin'
 
Ji dayikan Numre Turkan jî anî ziman ku kengî deriyên Îmraliyê vebûn ew ê wê demê ji aştiyê bawer bikin û wiha got:" Bi salane hestirkên çavê dayîkan nesekîn. Êş û elemên dinyayê hemûyan dayîk dikşînin. Zarokên me tên kuştin, koçber dibin,û tên girtin. Her sal ev êş zêdetir dibe. Em dixwazîn ku êdî avek li vî agirî bê kirin. Ev şewat dilê dayîkan dişewitîne. Berê xwe bidin Îmraliyê û pêşiya vê aloziyê bigirin. Ji şer re, mirin û kuştinê re êdî bes e."