Evîn Siwêd: Kongreya Star bû pêşenga şoreşa azadiya jinê

  • 09:03 4 Adar 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd anî ziman ku bi avakirina Kongreya Starê re pêvajoyek nû dest pê kiriye û wiha got:"Kongreya Star ji bo îrade, reng û destkeftiyên jinê derkevin pêş û ji bo hemû pêkhateyên jin bên gel hevdu bû dengekî geş."
 
Jinên Kurd ên Rojava yên di 2005'an de di bin banê Yekîtiya Star de xwe bi rêxistin kirin, piştî şoreşê Kongreya Star ava kirin. Niha hemû jinên ji pêkhateyên cuda di bin banê Kongreya Star de xwe bi rêxistin dikin. Kongreya Star a ku bi salan e di rêxistinbûyina jinan de rolek mezin dilîze pêşengiya xebatên 8'ê Adarê jî dike. Ji xeynî Rêxistina jinê ya Kongreya Star rêxistinên jinê yên wekî, Yekîtiya Jinên Suryanî, Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Sara, Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê, Meclîsa Jinê ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê, Komîteya Jinê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn jî ew ê di nava xebatên ji bo 8'ê Adarê de cihê xwe bigirin. Çalakiyên 8'ê Adarê yên Rojava ew ê îsal bi dirûşma "Têkoşîna me azadî, serihildana me serfirazî ye" pêk werin. 
 
Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de me bi Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd re gotubêj kir. Evînê derbarê têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê û têkoşîna ji bo mayindekirina destkeftiyên jinê de nirxandin kir. Evînê di heman demê de bal kişand ser vîna xurt a jinê ya li dijî pirsgirêk û astengiyan. 
 
Rêxistina Kongreya Star piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin kir, vê yekê çi bandor li ser jiyana jinan kir?
 
Weke ku tê zanîn Kongreya Star di sala 2005’an de bi navê Yekîtiya Star dest bi kar û xebatên xwe kir. Ev şansek mezin bû ji bo me jinên Rojavayê Kurdistanê ku rêxistinek beriya şoreşê hebû û li ser wê bingihê, jinan  xwe perwerde dikir. Di nava şoreşê de derfetên rêxistinkirina jinan û tifaqa di navbera jinên pêkhateyên cuda de, zêdetir bû. Di sala 2016’an de weke sîstem, ji yekîtiyê ber bi kongreyê ve me xwe bi rêxistin kir. Komîteya giştî, jinên di nava xebata siyasî de, diplomasî, akademîsyen û saziyên jinê yên hatin vekirin di bin sîwanekê de hêza jinan li hev kom kir. Yekrêziya jinan her çiqas bi hêz dibe ewqas bandor li jiyan û derdorê jî tê kirin. Nasîna şoreşa Rojava bi şoreşa jinê bû, ji ber îrade, sekin û helwesta jinê di nava şoreşa Rojava de bêtir diyar bû. Hemû qadên jiyanê di nava şoreşê de bûn, ji bo wê ev şoreş ber bi herikînê û pêşveçûnê ve çû. Li deverên cuda yên cîhanê rêxistina jinan ji cureyek taybet tê avakirin. Mînak an jinên dewlemend in, yan jî jinên ku nêzî rêjîman in, lê  Kongreya Star xwe gihand hemû  jinên di nava civakê de û hebûna wê li her derê mayinde kir.  Avakirina hêzên parastina jinê jî hêviyek da tevahî jinên  Rojavayê Kurdistanê û cîhanê. 
 
Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek pêkhate dijîn, ev pêkhate di Kongreya Star de çawa cih digirin?  
 
Di destpêka avakirina Yekîtiya Star, di kongreya yekem a di sala 2005’an de, hejmareke kêm ji jinan beşdar bûn. Ew jin bi xwe jî hemû jinên kurd bûn. Bi hişmendiya ku karibin xebatên ji bo doza kurd, pêşengtiya şoreşa Kurdistanê bikin, li hev kom bûn. Bi demê re ev jin gihaştin rastiyekê, ku êdî  ger azadî, aştî û demokrasiyek  hebe, wê bi hevgirtina jinên hemû pêkhateyên ku di herêmê de dijîn, zindî bibe. Pêwîstiyeke hebû ku hemû jin bi awayekî hevbeş hêvî, xebat û êşên xwe bi hev re parve bikin. Ji bo wê di nava Kongreya Star de ew pêşketin çêbû. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê nêrîna jinê di nava tevgera têkoşînê de hebe û tê de pêşeng be. Kongreya Star sîwana jin e bû ku hemû jinên pêkhateyan  hebûn û mafê xwe tê de diparêzin. Di kongreya me ya 7’emîn de Endamên Koordînasyonê dewlemend bûn. Nexşe û xemla jinan derket pêş. Bi saya xeta jina azad jinan destkeftiyên xwe mayinde kirin û yekîtiya jinên Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê ava kirin.  
 
Astengiyên ku li hember rêxistina jinê derketin we çawa derbaskirin û di kîjan astê de ye?
 
Helbet dema  ku rêxistin ji nû de tên avakirin, astengî jî pêk tên. Taybet kar û xebatê jinê rastî gelek astengiyan tê. Dema rêxistin berfireh dibe û xurt dibe rastî êrîşan tê. Têkoşîna jinê li beramberî zihniyeta baviksalarî hatiye kirin. Dema ku jin dikeve nava xebatan, di cihê xwe de xwedî sekin û helwest be, jin rastî êrîşan tê. Ev yek jî bi rêbazên perwerdekirinê, fêrkirin û fêmkirinê hat derbaskirin. Dengvedana şoreşa jinê ya di cîhanê de, nehat hesabê desthilatdaran. Mînaka vê yek jê jî dewleta tirk û komên çeteyên wê ye. Di êrîşên li ser Efrînê de êdî derketina jinê ya di nava kolana de qedexe bû, ji bilî rengên din yên meşandina koletiya li ser jinê. Em dikarin bêjin tişta ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmên ereban weke Reqa, Minbic û Dêrezorê kir, îro dewleta tirk jî eynî tiştî dike û jinan ji xwe re dikin hedef.  
 
We ji bo mêran jî dewreyên perwerdeyê dan destpêkirin nêzîkatiya mêran a ji bo van perwerdeyan çawa bû?
 
Girîngiya beşdarbûna her du zayendan a ji bo perwerdekirinê pir girîng e. Pirsgirêkên di navbera jin û mêr de pêwîst bû, bê nîqaşkirin û tehlîlkirin û bi vê yekê girêdayî jî çareseriyên mayinde bên pêşxistin. Perwerdekirina xweser a mêran jî erkek bû. Bi qansî 5 dewreyan hatine organîzekirin û hîn jî projeya me berdewam e. Mêrên di nava van perwerdan de derbas dibin, bêtir hewil didin ku pirsgirêkan çareser bikin. Hişmendiya civakan bandor li ser her du zayendan kiriye. Ji bo ev bandorên neyînî bi dawî bibin divê em li her du aliyan guhdar bikin û çareseriyên mayinde biafirînin. 
 
Di nava 8 salan de Kongreya Star gihaşt çi astê?
 
Di nava vê şoreşê de pêşketina Kongreya Star pir balkêş bû. Di şoreşên civakan de şansa ku rêxistineke bikaribe ewqas sal xwe li ser lingan bihêlê û rol û misyona xwe di nav tevgera jiyanê de bide diyarkirin, pir girîng e. Kongreya Star bû pêşenga şoreşa azadiya jinê û daxwaza mafê wê. Ev jî bi bedelên giranbuha hatin bidestxistin. Têkiliyên ku bi jinan re di herêmên rizgarkirî de hatin avakirin, ev yeknîşaneya serkeftina tevahî jinan bû. Her çiqas Kongreya Star xwe di êniya hundir de xwe birêxistin bike, ewqas di nava jinan de hat himbêzkirin û qebûlkirin. Sûd ji vê rêxistinê hatin girtin û li tevahî cîhanê belav bû.
 
Hûn têkoşîna jinên enternasyonel a di nava Rêxistina Kongreya Star de çawa dinirxînin? 
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke hêvî ya ji bo tevahî jinên şoreşger, azadîxwaz û jinên parezvanên mafan e. Modela Rêveberiya Xweseriya Demokartîk û xwebirêxistinkirin, ev hemû bandor li mirovên derve jî kir. Parvekirina tecrubeyên heyî di nava jinên Enternasyonal û Rojavayê Kurdistanê de pir girîng bû. Di vê derbarê de komîteyên taybet ji bo wan jî hatin avakirin  û gelek ji wan tevlî şoreşa jinên li Rojavayê Kurdistanê bûn.
 
Siyasetmedar Hevrîn Xelef ji bo têkoşîna jinan cihekî wê çawa hebû û pêwîst e em vê têkoşînê çawa binirxînin? 
 
Di nava avakirina Rêveberiya Xweser de, jina siyasetmedar Hevrîn Xelef ji bo avakirina Sûriya Pêşerojê xwedî nêrîneke girîng bû . Jineke fedekar bû û ji bo azadiya tevahî jinên Sûriyeyê xewin û xeyalên wê hebûn. Di destpêka êrîşên 9’ ê Cotmehê yên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê de, hedefgirtina siyasetmedara jin Hevrîn Xelef cihekî xemgîniyê bû. Ji ber ku me bi Hevrînê re xebat dane meşandin ev ji bo me xemgîntir e. Jinên wekî Hevrînê mînaka jinên azad û fedakar in. Sozdariya şopandina xeta jinên mîna Hevrînê em wekî Kongreya Star digire ser milê xwe.
 
Niha çi armanc û plan dane ber xwe?
 
Her diçe rêxistina jinê xwe berfireh dike û di nava doza şoreşa xwe de xwe kûr dike. Ev jî di aliyê diplomasiyê de xwe dide pêş û bi rêxistin dike. Jin ji vê yekê fêdeyê û sûdê werdigirin. Beşa zêde ya parastina xeta demokrasiyê jin digirin ser milên xwe.  Bi yekîtiya di navbera gelê herêmê de em dikarin ambargo û pilanên qirêj ên li ser herêma xwe têk bibin. Li ser vî esasî amadekariyên me ji bo hemû ked û xebatê heye û xwedîderketina li doza jinan ji armancên me yên bingihîn e.