'Êrîş, dagirkerî û bûyera şewata Îmraliyê bi hev girêdayî ne'

  • 09:02 4 Adar 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku dewleta tirk siyaseta qirkirinê li ser gelan dide meşandin û gotin:"Bila destûr bê dayin ku parêzerên Ocalan bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Astengiya ji bo hevdîtina parêzeran diyar dike ku dewleta tirk bi xwe şewata li Îmraliyê pêk aniye."
 
Di 27’ê Sibatê de Şewatek li Girava Îmraliyê cihê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê di girtîgehê de ye pêk hat. Dewleta tirk  rê nade ku parêzerên Abdullah Ocalan hevdtînê pê re çêbikin û rewşa wî ya tenduristiyê zelal bikin. Di nava kolanên Bajarê Hesekê de helwestên gel û nerînên wan ji bo bûyera şewatê, cuda ye. Têkildarî mijarê jinên ku tevgera wan di nava kolanan de heye helwest û nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
'Êrîş, dagirkerî û bûyera şewata Îmraliyê bi hev girêdayî ne'
 
Jina bi navê Şemsa Emîn destnîşan kir ku dewleta tir siyaseta qirkirinê li ser gelan dide meşandin û wiha dewam kir: ”Dewleta tirk û hevkarên wê siyasetên qirkirinê didin meşandin. Li aliyekî êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina xaka me, li aliyekî din şewata li Girava Îmraliyê. Ev bûyer hemû bi hev re girêdayî ne. Êrîş, dagirkerî û bûyera şewata Îmraliyê bi hev girêdayî ne. Dewleta tirk şerê derûnî, aborî û leşkerî li ser me dide meşandin da ku gel di nava zextekê de bijî û dûrî azadiya xwe bikeve. Em di qonaxekê de ne ku êdî em van kiryaran baş fêm dikin. Me rêka berxwedanê hilbijartiye û tu carî em teslîm nabin. Em dixwazin agahiyekê derbarê rewşa Rêber Ocalan bigirin. Em şopdarê  doza fikir û azadiya  Ocalan in.”
 
'Astengkirina hevdîtina bi serok Apo re tê wateya ku şewat bi zanebûn hatiye kirin'
 
Jina bi navê Ayşa Emîn destnîşan kir ku astengkirina  hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re, tê wateya ku şewat bi zanebûn hatiye kirin û wiha pê de çû: ”Em rêz  û hirmetê ji bo Rêber Ocalan pêşkêş dikin. Îro em dibînin li seranserê cîhanê gel daketiye kolanan û daxwaza naskirina rewşa Serok Apo dike. Piştî şewata ku rû da, em dibînin ku astengkirina hevdtîtina bi Rêber Apo re, tê wateya ku şewat bi zanebûn hat kirin. Em bang li dewletên navneteweyî û saziyên mafê mirovan dikin ku rê bidin parêzeran da ku rewşa rêbertî were naskirin. Eger mafê mirovan hebe, dê bi rengekî lezgîn mudaxeleyî vê astengiya hevdîtina bi parêzeran re bê kirin, ji ber kiryarên dewleta tirk mafê mirovan binpê dike.”
 
'Hêviyên bi hesret bi saya fikir û felsefeya  Rêber Apo pêk hatin'
 
Dayika bi navê Hesna Elî şewata li Girava Îmraliyê pêk hat şermezar kir û wiha got: ”Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê kar û xebat kir. Hêviyên bi hesret bi saya fikir û felsefeya wî pêk hatin, ji bo wê gel  pê hate girêdan. Dema min bûyera şewatê bihîst sitarî nehat min. Em dixwazin rewşa Rêber Apo hîn bibin. Mafê me ye ku em rewşa Rêberê xwe nas bikin, ji ber ku em deyndarê doza wî ne.”