ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 4 Adar 2020
  • Rojev
*Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku dewleta tirk siyaseta qirkirinê li ser gelan dide meşandin û gotin:"Bila destûr bê dayin ku parêzerên Ocalan bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Astengiya ji bo hevdîtina parêzeran diyar dike ku dewleta tirk bi xwe şewata li Îmraliyê pêk aniye." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd anî ziman ku bi avakirina Kongreya Starê re pêvajoyek nû dest pê kiriye û wiha got:"Kongreya Star ji bo îrade, reng û destkeftiyên jinê derkevin pêş û ji bo hemû pêkhateyên jin bên gel hevdu bû dengekî geş." DÎMEN HEYE
 
*Jin, îsal di 8'ê Adarê de li qadan bi zimanê dayikê biqêrin û banga xwedî li derketina xwebatên yekitiya neteweyî bikin. Menîce Gulmez, diyar kir ku ji pergala serdest ya mêr daxwaza azadiyê neyê kirin, divê ji bo bi destxistina azadiyê têbikoşin. Cevahîr Sadak jî da zanîn ku jin ji bo yekitiyê pêşengtiya xwe bidomîne û bi hêzeke xurt tevlî 8'ê Adarê bibe. DÎMEN HEYE
 
*Tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Bertek û nêrazîbûnên li dijî girankirina tecrîtê jî zêde dibin. Jinên Êlîhê têkîldarî mijarê axivîn û gotin ku navnîşana aşitiyê ne Îdlîb,Îmrali ye. BI DÎMEN 
 
*Di nava civaka Ereb a zihniyeta baviksalarî bandorek neyînî kiriye de jin bi awayekî hêsan nikarin fikrên xwe rave bikin. Lê jina Ereb a bi navê Wefa Hisên ew qalibên civakî hilweşandiye. Wefayê derbarê têkoşîna xwe de wiha got:"Min li dijî koletiyê li berxwe da. Ez bi israrek mezin têkoşiyam." DÎMEN HEYE
 
*Yek ji berdevka Platforma Jin, Wekhevî û Edaletê, Parêzer Hulya Gulbahar diyar kir ku li Tirkiyeyê di mijara mafan de gelek tişt guherîne û got: “Niha wekî ku pêşnûmeya efûya zarokan  derketiye, gumanbar parastinên weke ‘Min temenê zarok nizanibû. Ez ji xwe pê re dizewicim’ dikin. Ji ber vê jî doz bi beratê encam dibin. Yanî ew pêşnûmeya efûyê dernkeve jî bi awayekî bandorê dike. Ji ber vê jî gumanbar zêdetir bi cesaret dibin.” DÎMEN HEYE
 
*3’yemîn Mîhrîcana Derhênerên Jin ku li Îzmîrê di 29’ê sibatê de bi dirûşma "Her Jinek Xeyalek Cuda Dike" hat destpêkirin bi fîlmên derhênerên jin, gotbûbêj, panelan didome. DÎMEN HEYE 
 
*Hat îdiakirin ku girtiya MKP’î Aysel Koç li girtîgeha Jinan a Sîncanê dawî li jiyana xwe aniye û berê jî bi nameyên ku şandibû ajans û saziyan zext û binpêkirinên mafan yên jiyabû vegotibû.
 
* Jinên Baretiyên Azad diyar kirin ku divê di TMMOB’ê de nûnerjiya jinan bê zêdekirin û gotin: “Wê kotaya me ya nûneriya jinan û hevserokatiyê hebe. Bi hevserokatiyê wê ji bo jinan qad bê nasîn û wê jin di rêveberiyê de zêdetir bibin xwedî gotin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên KESK’ê ku bi şîara ‘Xweza ya min e, ya hildiberîne ez im, ked ya min e, jiyan ya min e, ez jin im’ dikevin 8’ê Adarê, diyar kirin ku wê îsal li qadan, daxwaza mafê kreş, destûra welîdînê û avakirina Wezareta Wekhevî û Jinê bînin ziman. BI DÎMEN