Malbata Çîçek Kobanê hat dersînorkirin

  • 17:31 3 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê yên di dema êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin girtin, dersînor kirin
 
Bav û 2 birayên Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ya di 21’ê Cotmehê de li gundê Mişrefa ya bajerê Eyn Îsa di dema êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû binçavkirin û girtin, der sînor kirin. Polîsan duh bi ser kargeha bavê Çîçek Kobanê Salîh Temo û birayên wê Mahmût (15) û Mûstafa Temo (18) a li Pirsûsê de girtin û binçav kirin. Hat diyar kirin ku bav û 2 birayên Çîçek Kobanê, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar a girtîre şandine Kobanê. 
 
Hat îdîakirin ku Salih Temo hatiye derp kirin û tiliyên wî hatine şikandin. Hat zanîn ku ferdên malbatê yên li navçeya Pirsûs a Rihayê mane, wê di rojên pêş de Tirkiyeyê terk bikin.
 
Çîçek Kobanê bi dîmenên xwe yên îşkence lê dihat kirin, ketibû rojevê.