Leyla Guven: Em tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin

  • 15:47 3 Adar 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de çûn serdana jinên gundê Şahê ya bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê. Leyla Guven, diyar kir ku Gelê Kurd her tim bi êrîş û zextan re rûbirû dimînin lê gel jî tu carî dev jî têkoşîna xwe bernadin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ya Leyla Guven, parlamenter Saît Dede, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de çûn serdana gundê Şahê ya bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemergê. Leyla Guven bi malbatên girtiyan re hevdîtin pêk anî û piştre jî bi jinên gund re hevdîtin pêk anî. 
 
Leyla di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Leyla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Kurd her tim bi êrîş û zextan re rûbirû man, lê belê Gelê Kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan."
 
Leyla, di axaftina xwe de wiha behsa girtiyan kir û got: "Niha gelek rêhevalên me girtî ne. Li hemberî birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din tecrîdek heye. Di rojên dawî de li girava Îmraliyê şewatek derket. Lê heta îro me tu agahiyên zelal ji Îmraliyê negirtiye. Malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serî li rayedaran didin, lê tu bersiv nayê dayîn."
 
Leyla, destnîşan kir ku ji ber sedemên heyî dibe ku 8'ê Adarê xemginî derbas bibe, lê em ê dîsa li qadan li dijî zext û zordariyê daxwazên xwe ya aştiyê bînin ziman. Leyla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêhevalên me Sakîne Cansiz, Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Arîn Mirkan pêşengên têkoşînê bûn. Ev di doza xwe de mafdar in û xwe feda kirin. Em çi dibe bila bibê em dev jî têkoşîna xwe bernadin."